Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmûd: PKK ne li Qendîlê bûya wê ew der bibûya Tora Bora

Parlementerê Tevgera Goran Dr. Yûsiv Mehmûd diyar kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelekî mezin e û got: “Heke PKK ne li Qendîlê bûya, wê ew der bibûya Tora Bora.”

Parlamenterê Tevgera Goran yê Iraqê Dr. Yusif Mehmûd ragihand ku eger li Qendîlê PKK nebûna, yan ji komek terorîst a radîkal lê bûya, wê mîna çiyayê Torabora yê Efganistanê bûya û wê kontrolkirina wê zehmet bûya. Mehmûd got: “Ji bo êrişkirina aliyek din ên Kurdistanê bila ti kes nebe parêzvanê welatên cîran.”

Komîteya Dayîkên Laçik Spî li parka Dayîk ya bajarê Silêmaniyê piştî ku derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de daxuyaniyek dan çapemeniyê, çûn serdana Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Silêmaniyê.

Parlamenterê Tevgera Goran yê Iraqê Dr. Yusif Mehmûd pêşwazî li şandeya dayikan kir û got: “Hemû dizanin armanca êrişên dewleta Tirk gelek ji vê mezintir e. Bi bawerî ger gerîlayên PKK’ê li wan herêman nebin jî wê her êrişên Tirkiyeyê berdewam bike. Eger li Qendîlê hêzek bi berpirsyar nebûya, yan komek terorîst a radîkal tê de bûya wê mîna Torabora bûya û wê kontrolkirina wê zehmet bûya.Wê ji bo Iraq, Tirkiye, Îran û herêmê bibûya pirsgirêkeke mezin.”

Dr. Yusif wiha domand: “Pêwîst bû Tirkiyeyê ders ji şerê 40 salî yê di navbera xwe û gerîla de yan ji ezmûna Herêma Kurdistanê bigirta ku piştî şerê çend salan dawiyê bi aştiyê pirsgirêk hate çareserkirin. Em dengê xwe têxin li ser dengê dayikên aştiyê. Weke komên cuda yên Parlamentoya Iraqê, daxwazê ji PDK’ê û PKK’ê dikin ku pirsgirêkên xwe bi aştiyê çareser bikin. Bila kes nebe parêzvanên welatên cîran ku êrişî aliyê din bike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv