ÎDIAYÊN DER BARÊ JIYANA RÊBER APO DE
MEHMET OCALAN: EM JI BER ÎDIAYAN DI NAVA FIKARAN DE NE
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan, têkildarî îdiayên der barê jiyana Rêber Apo de ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Mehmet Ocalan diyar kir ku der barê îdiayan de ew nehatine agahdarkirin û ew bi fikar in.
Mehmet Ocalan bi bîr xist ku herî dawî piştî şewata li Îmraliyê di 3’yê Adara 2020’an de wî bi kekê xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha axivî:
Ev nêzî salekê ye em ji serok agahî nagirin.
Em bi fikar in. Berpirsiyar dewlet e. Divê dewlet me agahdar bike.
Heta niha tiştek ji me re negotine. Her tişt qedexe kirine.
Divê me agahdar bikin. Di nîveka deryayê de ye, em agahî nikarin bigirin.
Em bi rêya parêzerên xwe her tim serî li dozgeriyê didin lê belê em bersivê nagirin.