Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCDK-E: Heta agahiyeke pêbawer divê kurd li qadan bin 15.03.2021

 

ÎDIAYÊN DER BARÊ JIYANA RÊBER APO DE
KCDK-E: HETA AGAHIYEKE PÊBAWER DIVÊ KURD LI QADAN BIN

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-Ewropayê daxuyaniyek weşand û ragihand ku îdiayên ên têkildarî jiyana Rêber Apo fikarên wan zêde kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew daxuyaniyên dozgeriya Bûrsayê bi ti awayî têrker nabînin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

Rêber Apo bi rengekî girankirî ji aliyê AKP-MHP’ê yên faşîst ve li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin.

Agahî jê nayê girtin. Êdî nikarin tecrîdê binixumînin.

Dewleta Tirk a faşîst tevî ku li ser rewşa jiyanê û tenduristiya Rêber Apo ti agahiyan nade, bi mehan e hevdîtina bi parêzeran û malbatê re asteng dike.

CPT a ku mehên derbasbûyî serdana Tirkiyeyê kir, berê xwe neda Îmraliyê jî û vegeriya.

Em vê sîstema tecrîdê şermezar dikin ku li edaleta navnetweyî û pîvanên hiqûqê nayê, bang li saziyên navneteweyî yên berpirsyar dikin ku erk û wezîfeya xwe pêk bînin.

KCDK-Ewropayê îşaret bi îdiayên li ser medya dîjîtal ên der barê jiyana Rêber Apo kir û wiha dewam kir:

Ji şeva 14’ê Adarê ve li ser jiyana Rêber Apo li ser medya dîjîtal parvekirin tên kirin ku ev parvekirin fikarên me qat bi qat zêde kirine.

Em daxuyaniyên dozgeriya Bûrsayê bi ti awayî têrker nabînin.

Ji bo gelê Kurd Rêber Apo paşeroj û xeta sor e.

Bêyî ti hincetê divê yekser hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin.

Divê hem parêzer hem jî malbat karibin tavilê hevdîtinê bikin.

Her wiha divê tavilê dawî li sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya faşîst bê anîn ku bi salane dewam dike.

KCDK-Ewropayê bang li temamiya kurdistaniyan kir ku li her derê dakevin qadan, heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin gelê Kurd û dostên kurdan li qadan bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv