Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Em yekîtiya 1605 malbatên girtiyan ava bikin

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
EM YEKÎTIYA 1605 MALBATÊN GIRTIYAN AVA BIKIN

Li gorî rapora ÎHD’ê li girtîgehan hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî rapor û daneyên ÎHD’ê ya sala 2020’an li girtîgehên Tirkiyeyê 604 girtiyên bi nexweşiya giran hene. Bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî vê rapora 2020’an li girtîgehan 27 girtiyên nexweş ji ber ku nehatin berdan û nehatin dermankirin li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 3 mehên 2021’an bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Disa girtiyekî nexweş piştî hat berdan, di demek kin de jiyana xwe ji dest da.

Li girtîgehan girtiyên nexweş nayên dermankirin. Yên diçin nexweşxaneyê jî wan 14 rojan di qarantînaye de dihelin. Girtiyên nexweş, piştî diçin nexweşxaneyê, 14 rojan bi tena serê xwe di hucreyan de têne hiştin. Ji ber vê yekê êş û nexweşiyên wan bêtir giran dibin. Disa dermankirina gelek girtiyen nexweş bi hinceta şewb heye nayên dermankirin. Ji bo girtiyên nexweş nikarin ji Zagona Înfazê sûdê bigirin û nayên berdan, dîsa nikarin ji raporên nexweşxaneyan ên “Nikare li girtigehê bimine” sûdê bigirin her salê bi dehan girtiyên nexweş ên siyasî jiyana xwe ji dest didin.

Mixabin li pêş çavên me tevan girtiyên nexweş dimirin. Rewşa girtiyên nexweş bi rapor û daneyan li pêş çavan e. ÎHD her sal herêm bi herêm raporên girtigehan bi raya giştî re aşkere dike. Hemû partiyên siyasî, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, rêxistinên civakî yên mafê mirovan, demokrasî û edaletê diparêzin tev ji rewşa girtiyên nexweş agahdar in. Hemû malbatên girtiyan ji rewşa girtiyên nexweş agahdar in. Li ruxmê hemû malbat, parazvanên mafên pirovan û partiyên siyasî yên muxalif ji vê rewşê agahdar in û nerazibûnên xwe tînin ziman jî lê ji bo çareseriyê gavan navêjin.

Tenê bi raporan, bi daxuyaniyan û bi bangê rê li pêş mirina girtiyên nexweş nayê girtin. Tenê bi bertekên rojane girtî nayên berdan. Hikumet jî bi bang û bertekên rojane gavan navêje. Wê demê divê hemû kesên xwedî heman daxwaz û bertek in berî her tiştî dengê hev bibhizin. Divê berî her tiştî bibin yek. Eger em ji daxwazên xwe û mafdariya xwe bawer dikin divê em bibin yek. Kengî em bûn yek em ê karibin re li pêş mirina girtiyên nexweş bigirin. Eger em dixwazin rê li pêş mirin, girtin, revandin û kuştinê bigirin divê em bibin yek. Na ku em vê yekê naxwazin jî wê demê em ê biçin yek bi yek.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv