Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Tirkiye û bazara çekan

 

TIRKIYE Û BAZARA ÇEKAN
FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN

Di qada navneteweyî de, li parzemînên cuda bûyerên diqewimin bi hev ve girêdayî ne. Nakokiyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de û derxistina Tirkiyeyê ji projeya balafirên şer ên F‐35 wek du mînakên van pêşveçûnan in ku derdikevin pêş. Di van salên dawî de, dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yên şerxwaz ve bala gelek dewletên ên di pîşesaziya çekan de bi pêş ketine dikişîne ser xwe. Bêguman ji van dewletan bazara herî baş li wan welatan in ku şerê germ li wan tê jiyîn û li ser vî şerî desthilatdar xwe li ser piyan digirin.

Ji ber di roja me ya îroyîn de, desthilatdariya AKP‐MHP’ê bi mîlîtarîzmê xwe li ser piyan digire pêdiviya wê bi vê bazara çekan heye. Lewma desthilatdariya Tirkiyeyê di qada navneteweyî de bi qasî ku di projeyên çekan de cih digire di projeyên avhewa, ekolojî, çand û bipêşxistina mafên mirovan de nagire. Yek ji van projeyên ku xewn û xeyalên desthilatdariya AKP‐MHP’ê dixemilî ne jî projeya balafirên şer ên F‐35 bû. Lê ji ber çavsoriya dewleta tirk ku dixwest di projeyên navneteweyî de cih bigire ev xeyala wê jî têk çû.

Wezareta Parastina Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê, diyar kir ku wan ji rêvebiriya Enqereyê re ragihandiye ku bi fermî Tirkiye ji projeya F‐35 derxistiye. Bêguman ev projeya ku bi tevlîbûna Amarîka, Birîtanya, Îtalya, Hollanda, Avûstralya, Danîmarka, Kanada û Norveçê pêk dihat, ji bo dewleta tirk gelek tişt îfade dikir. Dewleta tirk ji bo ji vê projeyê neyê dûrxistin di qada navneteweyî de kar kir. Lê wisa diyar e ku kesên ew ji vê projeyê derxistiye li ser hin mijaran ne îqna ne. Ew jî mijara ku xirabiyên Tirkiyeyê ji başiyên wê zêdetir in.

Bi taybetî ev nakokî piştî dewleta tirk ji Rûsyayê fûzeyên S‐400 kirî û şûn ve zêdetir hat rojevê. Di halê heyî de fûzeyên ku hatine kirîn jî hîn wek tên xwestin nehatine aktîfkirin. Jixwe li dijî kê û çima bên aktîfkirin jî yek ji mijarên sereke yên li pişt perdeyê ne ku tên axaftin. Lê mijara me ne ew e. Desthilatdariya AKP‐MHP’ê her çendî dibêje “ji derketina vê porjeyê ne xema me ye” rastî ne wisa ye. Ji derketina vê projeyê di qada navnete‐ weyî de wê hin pêkanînên din jî bi xwe re bîne. Rêveberiya Enqereyê jî bi vê dizane. Lewma ji bo ev pêkanîn li ser wan zerarek mezin nedin avakirin di nav hewildanan de ne.

Beriya biryara Amarîka û Kanadayê ku bi salan e teknolojiya çekê difirot dewleta tirk, bi hinceta ku li Qerebaxê ew çek bi kar aniye, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê betal kir. Piştî wê kêm be jî di qada navneteweyî de jî sînyalên bi vî rengî hatin dayîn. Bi vê biryara ji derxistina projeya balafirên şer ên F‐35 û şûn ve, wê li ser dewleta tirk pêkanînên çawa bên meşandin hîn ne diyar e. Rêveberiya Enqereyê ji bo ji vê rewşê zêde bandor nebe berê xwe daye bazara Kafkasyayê. Lewma hewil didin ku krîza di navbera Rûsya û Ûkraynayê de kûr bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv