Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Me jî tecrîd dikin û bedenê perçe dikin

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
ME JÎ TECRÎD DIKIN Û BEDENÊ PERÇE DIKIN

Bi rêbaza tecrîdê, dixwazin di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû pêşeng, rewşenbir û siyasetmedarên kurd bi sînor bikin. Rê li pêş fikr û nirxandinên wan bigirin û nehêlin ku bi fikr û felsefeya xwe civakê ronî bikin. Dixwazin her tim hemû beşên civakê yên muxalîf di nava tarî, kaos, tirs, fikar, birçîbûn, xizanî û nexweşiyan de bihêlin. Dixwazin artêşa xizanan ava bikin û li pêş kargerî, fabriqe û şîrketan parsekî û koletiyê bikin. Dixwazin rojane tenê li zikê xwe bifikirin. Mejiyê civakê ji wan distînin û ciwanan teşwîqî fihûş, esrar, tîner, eroin, krîstal û tiryakên din dikin.

Dema mirov li bajarê Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Riha, Amed, Şirnex, Colemêrg û Wanê ku kurdên ji gundên xwe koçî van bajaran kirine dinêre, bi hezaran ciwan di nava tora tiryakê de fetisîne. Ji siyasetê û civakê dûr ketine. Dema vê yekê dikin jî ewil bi destê çeteyan mirovan ji cih û warên wan koç dikin. Ji koka wan, ziman û çanda wan qut dikin. Piştre wan neçarî tiryak, fihûş koletiya erzan dikin. Ji bo vê yekê berî her teştî aqilê wan didizin. Yên siyasetê dikin û fikrên xwe parve dikin jî davêjin zindanan û tecrîd dikin. Naxwazin bifikirin. Naxwazin kesên ji bo pêşeroja civakê difikirin di nava civakê de cih bigirin. Ji ber vê yekê kesên bi fikr û felsefeya xwe pêşengiya civakê dikin, di zindanan de bê agahî û bê deng dihêlin.

Dema em li rewşa aborî, çandî, civakî ya li bajarên Tirkiyeyê dinêrin, em bandora tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li girtîgehên din a li ser civakê bêtir aşkera û şênber dibînin. Bi taybetî di 17 rojên qedexeya kolanan de bi hezaran mirov li kolanan parsekiyê dikin. Bi hezaran mirov tiryakê dikişînin. Bi hezaran mirov bi keda erzan li zevî, kargerî û înşaetan de bi keda herî erzan kar dikin. Em dibînin ku her roj bi her awayî mafê mirovan û civakê tê binpêkirin. Mirov întihar dikin.

Niha ewil mejiyê civakê felç dikin, piştre bedenê perçe dikin. Tecrîda îro li Îmraliyê didome, vê yekê şênber tîne pêşberî çavên me. Ku sazî, dezgeh, komele û rêxistinên kurdan vê yekê nebînin û li dijî vê yekê tedbîran negirin, talûkeyek mezin li pêş civakê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv