Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Reyhan Îke: Hêj cejn nehatiye welatê me

 

REYHAN ÎKE / XWEBÛN
HÊJ CEJN NEHATIYE WELATÊ ME

Belê,cejnek din, biharek din jî xatir dixwaze ji me. Rojek din ya dayîkan derbas bû ji 365 rojên salê. Lê her roj û meha salê cardin êşeke zebêdax da dilê dayîkên vê axê. Ji giraniya hemû dem û demsalan zêdetir bû barê keser û bêriyên me. Dilê me bi jana veqetînan cardin derizî, lêvên me bi volqanên kelegirî nelerizîn û rûyê me yê li rojê cardin bi xunav vebûn li berbangan di van rojên cejnê de.

Yekşema hefteya duyem a vê mehê Roja Dayîkan bû. Xelkê bi gul û kulîlkan, bi diyarî û xelatan roja dayîkên xwe pîroz kirin. Di roja beriya cejn û pîştî cejnan de heman gotin ji lêvên dayîkên me rijiyan: ‘Kengê azadî li welatê me vegeriya, em gihiştin zarokên xwe, wê rojê ji bo me cejn e.’ Ji ber bêyî azadî li vî welatî hemû jiyan girêkek kor e. Nan û av, xweşî û şadî, hezkirin û evîn, cejn û dîlanên me temenkurt in û li hemû rojên cejnan dasiyên di qirika me re diçin zêdetir dibin.

Di van rojên cejnê de, dişewite dar û daristanên welatê me, bêhna barûtê ji ya axê nasyartir e li gel hemû zindiyên warê me. Cardin guleyek li bedena ciwanekê dikeve, evîndarek ji dildarê xwe, keçek ji bavê xwe, kurek ji dayîka xwe, dayîkek ji kezeba xwe tê veqetandin. Di van rojan de jî em birînên xwe bi lewendiyên hêviyê dipêçin. Dilsozî û hezdariyên me, evîn û evîndariyên me dibin vîna ji pola û em hemû dilê xwe li ser kenên zarokek ber bi pêşerojê ve dinêre nexş dikin. Ji derveyî azadiyê ti nûjdar nîne ku bicebirîne birînên dayîkên me.Dibe ku ji zanîna vê heqîqetê be zarokên Kurd li şûna destegulan dest diavêjin çekan, berê xwe didin cengan, hêj di bihara temenê xwe de dilê xwe dikin destegul ji bo daxwaza dayîkan û dikevin hembêza axê, dibin zarokên şîrhelalên dayîka nîştîman.

Êşên me yên bi tu cejnan hêmin nabin, bi her cejnê hartir, dijwartir û xedartir dibin hene. Ji ber hêj cejn nebûne pirên hevgihînê li gel me û em bi dayîk û bav, ax û welat, yar û dildar veqetînan dijîn û her veqetîn kulmekî din xwê li birînên me wer dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv