Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Înkara Kurdistanê înkara Kurdan e 15.03.2021

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
ÎNKARA KURDISTANÊ ÎNKARA KURDAN E

Kurdistan welatê kurdan e. Axa suryanî, keldanî, ermenî û asûriyan e. Bi deh hezaran sal in kurd li ser vê axê dijîn. Kurdistan navê xwe ji axa kurdan girtiye. Kurdistan li herêma Mezopotamyayê hatiye avakirin. Axa Mezopotamyayê dikeve navbera Çemê Ferat û Dîcleyê. Li ser rûyê cîhanê yek ji axa herî dewlemend axa Mezopotamyayê ye. Hem di aliyê avhewayê de û hem jî di aliyê axê de cihekî bi xêr û bereket e. Bihişta cîhanê ye.

Di berhemea Neshetu-l Kulub a di sala 1340’î de hatiye nivîsîn de, qala navê Kurdistanê dike. Li gorî vê belgeyê yekem car di serdema Selçûkiyan de navê Kurdistanê derbas dibe. Dîsa nexşeya Kurdistan, di Divanu Lugatî’t-Turk de, ji aliyê Kaşgarli Mahmut ve di sala 1074’an de hatiye xêzkirin. Wekî axa kurdan hatiye pênasekirin. Lê îro rayedarên Tirkiyeyê Kurdistanê înkar dikin. Kesên Kurdistanê înkar dikin di heman demê de kurdan û gelê li ser axa Kurdistanê dijîn înkar dikin.

Axa Kurdistanê dergûşa şaristaniyê ye. Yek ji gelê herî qedîm gelê kurd e. Di gelek çavkaniyên dîrokê de qala kurdan dikin. Bi taybetî dîroknasên roma û yewmenistanê qala çand û dîroka kurdan dikin. Qala kurdên Anatoliya û Mezopotamyayê dikin. Li gorî lêkolînan bi awayekî etimolojik binyada kurdan a dîrokî ji peyva ‘kur’ hatiye. ‘Kur’ peyvek sumerî ye. Bi sumerî tê wateya çiyayê. Pêveka ‘tî’ jî aydî çiyê ye. Peyva ‘kurtî’ tê wateya ‘Gelê çiyê’. Dîroka vê yekê heta Beriya Zayinê 3 hezar sal dirêj dibe.

Lê îro rayedarên AKP-MHP-Îyî Partî radibin Kurdistanê înkar dikin. Neheqiya herî mezin li axa Kurdistanê dikin. Kesên Kurdistanê înkar dikin di heman demê de kurdan jî înkar dikin. Piştî Rêberê Ruhanî yê Katolîk Papa Franciscus Herêma Federal a Kurdistanê ziyaret kir û PDK’ê pûla ku nexşeya Kurdistanê li ser hebû diyarî wî kir, nûnerên partiyên tiqafa Cumhur û Mîllet ku ji AKP-MHP, ÎYÎ Partî, CHP’ê pêk tên qiyamet rakirin û neheqî kirin. Piştî bertekên van partiyên nijadperest, rêveberiya hikûmeta PDK’ê gav paşve avêt. Di vê pêvajoya xebatên Yekitiya Neteweya Kurd tê kirin de, divê hemû partiyên ku nûneriya kurdan dikin li dijî vê êrîşê bibin yek. Yên nikaribin navê Kurdistanê biparêzin, wê nikaribin nasnameya kurdan û nirxên kurdan jî biparêzin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv