Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulê Algunerhan: Ne sêv, jehr dibariya 15.03.2021

 

NE SÊV, JEHR DIBARIYA
GULÊ ALGUNERHAN / WELAT

Helebce, merheleya herî dawî ya kujer Saddam Hussên bû. Beriya Helebceyê Saddamê dîktator li dijî kurdan komkujiya Enfalê dabû destpêkirin. Pêngava pêşî ya Enfalê heta 1982’an, 4 salan dewam kir. Di wan salan de şerê Iraq û Îranê ku heta 1988’an, 9 salan dewam kir, hebû. Her çiqas ji wî şerî re şerê Iraq û Îranê bê gotin jî ew şer li ser axa Kurdistanê dihat kirin. Piştî 9 salên şer bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî 1988’an de bi dawî bû. Bi sistbûna şer re, dîktator Saddam Husên bi deste Eliyê kîmweyî 16’ê Adarê 1988’an bi çekên kîmyewî bombe di ser Helebceyê de barandin.

Weke îro, wê demê jî hêzên navneteweyî bûn şîrigê vê komkujiyê. Ji ber şîrketên navneteweyî çekên kîmyewî firotibûn Saddam, hêzên navnetewî vê trajediya mirovahiyê ne weke qirkirina kurdan lê weke encama şerê Iraq û Îranê lanse kirin. Her wiha dîsa weke îro, wê deme jî hêzên kurd ên li herêmê ne yek bûn. Her yek ji wan ketibû pey desthilata xwe. Ji ber bêtifaqiya kurdan, komkujiya Helebceyê li cîhanê weke jenosîd ango qirkirin nehat nasîn. Ev bêtifaqiya kurdan li hesabên zirhêzên cîhanê jî hat. Ji ber vê hevkariyê, hêzên navneteweyî qebûl nakin û naxwazin ku Helebce weke jenosîd bê nasîn.

Piştî Komkujiya Helebceyê, li Başûr hikûmeta Kurdistanê çê bû, ewqas partî û rêxistin ava bûn lê ji bo ku Helebce weke jenosîd bê qebûlkirin çi kirin? An jî ji bo ku Helebceyek din rû nede çi kirin? Helbet ne tene rayedarên li Başûr bi giştî me kurdan çi kir? Hezar carî heyf û mixabin, piştî Helebceyê dîsa ji ber bêtifaqiya hêzên kurd Şengal bi ser me de hat, Efrîn, Kerkûk, Serêkanî, Girê Spî û bi dehan komkujiyên din…

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo pêşî li komkujiyên weke Dêrsim, Helebce û Geliyê Zîlan bigire nîv esre bi berdêlên giran têdikoşe. Lê divê partî û hizbên din ên kurdan ku hîn jî li pey desthilata xwe ne bizanin ku mijara parastina gel û ax di ser her tiştî re ye. Ji ber bêtifaqiyê, nabe ku zarokên Kurdistanê bi Helebceyek din re rû bi rû bimînin. Ne bêhna sêvan, jehra neyaran bi hezaran ji me birin û em ê nehêlin dîsa ji me bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv