Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Em zarokan ne li polan, li malê fêrî ziman bikin

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
EM ZAROKAN NE LI POLAN, LI MALÊ FÊRÎ ZIMAN BIKIN

Ziman bi kampanyayan nayê parastin. Bi bangê jî nayê parastin. Ziman bi axaftin, xwendin, nivîsandin û perwerdehiyê tê parastin. Eger mirovên neteweyekî bi zimanê xwe neaxivin û çanda xwe nejîn nikarin zimanê xwe biparêzin. Ji bo ku ziman bê parastin û hebûna xwe berdewam bike divê zarokên wî neteweyî teqez bi zimanê zikmakî biaxivin û perwerde bibin. Divê zarokê wî neteweyî teqez fêrî çanda xwe bibin û li gorî pîvanên çanda xwe bijîn. Eger zarok çanda xwe nejîn û tenê bi zimanê xwe bi axivin jî, dîsa piştî çend sal şûnde dê ziman ji bîr bike. Li şûna peyvên kurdî dê piştî çend salan peyvên tirkî bi cih bibin. Ji bo wê divê mirov ji çand û zimanê xwe hez bike. Divê ji çand û zimanê xwe şerm neke. Divê em bi ziman û çanda xwe bijîn. Divê ne li dibistanan li malan em zarokê xwe fêrî zimanê xwe bikin. Ne li dibistanan li malan em fêrî çand û kevneşopiya xwe bikin.

50 roj berê bi pêşengiya Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk dihat, li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi civîneke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Ev kampanya ku 50 roj berê hatibû destpêkirin ji bo rayedarên hikûmetê û dewletê têxe nava liv û tevgerê hatibû destpêkirin. Hem wekî rexneyekê û hem jî wekî rexnedayinekê ev kampanya hatibû destpêkirin. 50 roj berê armanc kiribûn ku di demek kin de zêdeyî milyonek îmze kom bikin û daxwaza milyonan kesan a ji bo perwerdehiya ziman bigînin hikûmetê. Lê li gorî agahiyên rêveberên saziyan heta niha bi deh hezaran îmze hatine komkirin. Yanî hêz 100 hezar îmze nehatine komkirin.

Ji bo ku dewlet gavan bavêje û daxwazên me li ber çavan bigire, divê em di daxwazên xwe de bi israr bin. Divê em ji daxwazên xwe bawer bikin. Berî her tiştî divê em daxwazên xwe têxin meriyetê. Em li daxwazên xwe xwedî derkevin û daxwazê xwe biparêzin. Armanca me ku parastin û pêşxistina ziman be, divê li dijî astengî û qedexeyên li ser ziman em bertekên hişk nîşan bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv