Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Rûreşiya Ewrûpayê

 

RÛREŞIYA EWRÛPAYÊ
FELEMEZ ÛLÛG / WELAT

Hefteya borî serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel û seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen li ser navê 27 welatên endamên Yekitiya Ewropayê serdana Enqereyê kirin. Serdana serokên Konsey û Komîsyona Yekitiya Ewropayê, Charles Michel û Ursula von der Leyen di qada navneteweyî de ji gelek aliyan ve, bi nêrîn û perspektîfên cuda hat nirxandin. Lê mijareke sereke ya ku derket pêş, ji naveroka hevdîtinê zêdetir, bêrêziya li hemberî Ursula von der Leyen hat kirin bû.

Ew bêrêziya her du mêran a li hemberî Ursula von der Leyenê, di heman demê de, nêzîkatiya pergala ku nûnertiya wê dikin jî bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Di vê hevdîtinê de careke din derket holê ku “demokrasiya Ewropayê” di bingeha xwe de çiqas şeklî ye û ji rejîmên mezojinî ne cudatir e. Lê mijara me ne bêrêziya li hemberî Ursula von der Leyen hatiye nîşandan e. Jixwe her du mêrên ku mohra xwe li vê bêrêziyê xistin, ji hêla hişmendiyê ve xwedî nêzîkatiyeke mezojinî ne. Em şaş û ecêbmayî nemînin.

Bêguman ev hevdîtina ku bi Erdogan re pêk hat, ji aliyê gelek kesan ve hat nirxandin û şîrovekirin. Lê di daxuyaniyan de jî ku der barê hevdîtinê de hatin dayîn, ji naveroka hevdîtinê zêdetir, li ser sedemên wê bûn. Serokên Konsey û Komîsyona Yekitiya Ewropayê ji bo nermkirina danûstandinên xwe yên bi rejîma Erdogan re pir tên rexnekirin û beriya vê hevdîtinê jî ev rexne êdî gihîştibûn radeyeke bilind. Bêguman di bingeha van rexneyan de, mijarên ku mafên mirovan û serweriya hiqûqê eleqedar dikin derdikevin pêş. Lê di rastiya xwe de, ji vê zêdetir, li hemberî tehdîdên Erdogan bêhelwestiya Yekitiya Ewropayê tê rexnekirin.

Lewma di daxuyaniya piştî hevdîtinê de nirxandinên hatin kirin, ji bo van rexneyan bersiv bûn. Ji ber vê yekê jî her du serok, bi taybetî û bi dubareyî gotin ku mafên mirovan, demokrasiyê û hiqûq ji bo wan gelekî girîng e. Lê çi karên kesên wisa girîngiyê didin “mafê mirovan” li gel rejîmek wisa bi awayekî aşkera mafê mirovan binpê dike heye? Ji ber vê yekê hevdîtina bi Erdogan re hat kirin ne li ser binpêkirina mafên mirovan li ser mijarên ticarî û berjewendiyan bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv