Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Êdî destûra bingehîn jî AKP’ê xelas nake 08.02.2021

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
ÊDÎ DESTÛRA BINGEHÎN JÎ AKP’Ê XELAS NAKE

Dema mirov li rewşa AKP-MHP’ê û Tirkiyeyê dinêre, aşkera xuya dibe ku êdî AKP-MHP têk çûye. Tu hêz nikarin wan rizgar bikin. Ne MHP dikare AKP’ê xelas, ne jî hêzên çekdar ên wekî DAIŞ, MSO-OSO dikare AKP’ê xelas bike. Ne hilbijartin, ne şer, ne şewba Covît-19 ne DYE û ne jî Ewropa. Êdî tu hêz nikarin AKP û Erdogan xelas bike.

Bi girtina siyasetmedaran û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nikare xwe xelas bike. Li aliyekî qeyrana aborî têk diçe, li aliyê din xizanî û betalî zêde dibe. Li aliyê din her ku diçe eniya muxalif mezin dibe û xwe bi rêxistin dike. Xwendekar êdî dadikevin qadan. Ciwanên zanîngehan li qadan in. HDP, TJA, li qadan in.

Dîsa hilbijartinên dawî û anket nîşan didin ku AKP êdî teqez nikare bi ser bikeve. Hemû dane, belge, lêkolîn û analîz nîşan didin ku AKP û Erdogan têk diçe. Erdogan û Bahçelî ji bo hebûn û pêşeroja xwe mîsoger bikin dixwazin belgeya ku ji bo dewletê pîroz Destûra Bingehîn li gorî mîsogeriya îktîdara xwe biguherînin.

Eger Erdogan li gorî xwe Destûra Bingehîn biguherîne, êdî pêşeroja gelê Tirkiyeyê wê bibe dojeh. Xizanî, betalî, kedxwarî, koletî, şer, înkar, îmha, tundî kuştin dê bêtir zêde bibe. Li ser navê demokrasî û mafên mirovan tu tişt nabîne. Gel jî dizane ku bêyî vîn û nêrîna wan guhertin pêk bê têkçûyîn e. Gelê Tirkiyeyê wê vê yekê qebûl neke. Gel wê li dijî daxwaza Erdogan, Bahçelî dengê xwe bilind bikin û li pêşeroja xwe ya demokratîk xwedî derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv