Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demirtaş: Darbekarên 12’ê Îlonê di panîkê de ne 08.02.2021

 

DARBEKARÊN 12’Ê ÎLONÊ DI PANÎKÊ DE NE
NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Fîdel Castro digot; devereke ku diz û kujer serok bin wê kesên dirûst an li girtîgehê an di gorê de bin. Ev tespîteke ne ji bo demekê ye. Dem û dewran guherî. Nav jî guherîn, lê di desthilatdariya diz û kujeran de kesên dirûst li girtîgehan tên ragirtin.

Niha ew kesên qala guhertina destûra bingehîn a 12’ê Îlonê dikin, wê nikaribin bêjin ji bo çi deh hezaran kesî di zindanan de dihêlin. Tişta ku ew dikin tenê faşîzm e. Yanî êrişkariyek qirkirinê ye. Bi qanûnên xwe girtîgehan îdare dikin.

Îro li girtîgehan pêleke faşîzmê heye û divê civak li ber serî hilde. Girtiyên siyasî yên ku 28-29 sal in di zindanê de hene û divê saleke din derkevin. Lê bi awayekî sextekarî û bi şahidên veşartî hewl didin wan bernedin. Dîsa cezayên disiplînê dikin bahane.

Çerxeke komkujiyê heye. Tiştên ku bi destûra 12’ê Îlonê nehatine kirin îro bi mudur,dozger û dadgerên AKP’ê tê kirin. Lê niha tê xuyakirin ku ketine panîkê. Li aliyekî behsa guhertina destûra bingehîn a 12’ê Îlonê dikin. Lê li aliyê din qanûnan nas nakin û ev fikra guhertinê tê çi maneyê ?

Ya esasî amadekariyek darbeyê heye û ev jî li dijî HDP’ê ye. Dixwazin derba mirinê li HDP’ê bidin û vê yekê jî bi destûra bingehîn bikin. Desthilatdariya heyî dibîne ku nema kare hilbijartineke din bimîne, lewma guhertina destûra bingehîn a 12’ê Îlonê kiriye rojev.

Partiyeke ku darbekare û qala guhertina qanûna 12’ê Îlonê dike wekî pêkenokê ye. Ev yek jî panîka wan nîşan dide. Her tişt ceribandin û nekarîn gel têk bibin û HDP’ê paş bixin. Îro HDP’ê dest bi pêngava demokrasiyê kiriye. Rojeva esasî jî ev e. Parlementer û rêveberên HDP’ê yên derketine derveyî welat jî divê bayê demokrasiyê rakin. Eger li her derê helwestek wekî ya Leyla Guven û Ayşe Gokkan were nîşandan wê bermahiya 12’ê Îlonê faşîzma AKP’ê jî têk biçe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv