Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Berxwedana 8’ê Adarê wê agirê Newrozê geş bike 10.03.2021

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
BERXWEDANA 8’Ê ADARÊ WÊ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIKE

21’ê Adarê Newroz nêzîk dibe. Her sal kurd bi kelecan û coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Bi coşa 8’ê Adarê kelecan û coşa Newrozê di dilê kurdan û gelê Rojhilata Navîn de geş dibe. Kurd û gelên Kurdistanê yên ku sala par li gorî dilê xwe bi coş û kelecan Newroz pîroz nekirin, îsal wê bi hêza 8’ê Adarê, hesret û hezkirina agirê Newrozê bi coşek mezin li qadan û kolanan Newrozê pîroz bikin. Gelên Kurdistanê ji niha de bi kelecan li benda pîrozkirina Newrozê ne. Ji ber ku agirê Newrozê azadiya kurdan û gelan e. Agirê Newrozê tariyê ronî dike. Tirsê belav dike. Agirê Newrozê li dijî zilm, înkar, îmha û tunekirinê serî hildan e. Newroz raperîn, vejîn, hebûn û xwebûn e. Newroz parastina cewherî û mizgîniya azadiyê ye. Newroz mizgîniya buharê û hebûnê ye. Ji ber vê yekê Newroz ji bo gelê bindest pir bi wate û pîroz e.

Kurd, wê bi şahî, dûrişm û govendê dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin. Ji ber kurd êdî qedexe û astengiyan qebûl nakin; wê Newrozê bi coş pîroz bikin. Ji ber kurd tecrîdê qebûl nakin wê Newrozê bi girseyî li her derê pîroz bikin. Ji ber ku kurd înkar, îmha, qirkirina siyasî, çandî, civakî û zayendî qebûl nakin wê bi ruhê serîhildana 8’ê Adarê û berxwedanê li qadan agirê Newrozê geş bikin.

Newroz nêzîk dibe. Kurd wê bi agirê Newrozê taritiyê ronî bikin. Piştî coşa 8’ê Adarê kurd wê bi pêşengiya jinan bi girseyî biherikin qadan û qedexeyên li pêş xwe tar û mar bikin. Kurd wê dakevin qadan û bi tilîliya jinan dengê xwe bilind bikin. Jin wê bi berxwedaniya xwe tirs û xofê belav bikin. Her ku kurd dakevin qadan û li dora agir govendê bigerînin wê zulmkar û zordest belav bibin. Her ku kurd bêtir li kolanan siyasetê bikin û dengê xwe bilind bikin, wê hêz û îktîdara wan hilweşe. Îktîdara ku hêza xwe ji tarî, şer û dîlgirtinê digire, wê di roniya Agirê Newrozê de winda bibe. Kurd wê bi geşkirina Agirê Newrozê hemû polîtîkayên wan ên şer, înkar û îmhayê di nava pêtên agir de bişewitînin. Geşkirina Agirê Newrozê wê bibe ronîkirina rastiyan. Serhildana gelan a li dora Agirê Newrozê wê bibe destpêka buhara gelên kurd, Kurdistan û Rojhilata Navîn. 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan û Newroz li hemû gelên cîhanê pîroz be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv