Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Roja jinan bû ruhê Newrozê 10.03.2021

 

ROJA JINAN BÛ RUHÊ NEWROZÊ
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Li seranserê cîhanê bi milyonan jin di 8’ê Adarê de li qadan bûn. Jinan got pergala zilam a desthilatdar ji Covid-19 hîn xetertir û kujer e, bend û astengiyên bi bahaneya pandemiyê wisa derbas kirin. Jixwe vîrûsa Covît-19 jî berhema pergala modernîteya kapîtalîst ya desthilata zilam e; pergal nexweşî û vîrûsan çêdike. Heta pergala desthilata zilam dewam bike, wê nexweşî û pandemiyên hîn xetertir derkevin. Ji vî alî de têkoşîna azadiyê ya jinan, dê koka pandemiyên wiha jî biqelîne.

8’ê Adarê li Kurdistanê bi heybet hat pêşwazîkirin. Jin pêl bi pêl herikîn qadên çalakiyan. Lewma vê 8’ê Adarê jî nîşan da ku jin dê karakterê sedsala 21’an diyar bikin. Êdî ti hêz û desthilat nikare têkoşîna jinan rawestîne. Her îdeolojî û polîtîkaya pêşî cih dide têkoşîna azadiya jinê, dê bi ser bikeve. Her îdeolojî û polîtîkaya li ber têkoşîna azadiya jinê raweste dê bi bin bikeve. Jin tenê li mafên xwe nagerin, tenê li wekheviya hiqûqî nagerin. Armanc û daxwaza jinan ew e, jiyan bi temamî bi ruhê azadiyê bibe xwedî form.

Ji Wanê heta Amedê, Batmanê, Qamişlo, Reqa, Hesekê, Şehba, Qendîl û Şingalê, jinan li her qadê li dijî dewleta qirker ya Tirk ku dijminê jinê ye qad tijî kirin; peyamên xurt yên têkoşînê dan. Ev Peyam ruhê newrozê ne, dê rengê Newrozê ev hêza jinê ya çalak û serhildêr be. Li dijî dewleta Tirk ya pêşengê dijminên jinan, jinên li her qadê gihan hev; ev hêza yekbûyî ya jinê dê vê desthilatê têk bibe. Hem li Rojava hem jî li Bakur, Şingal, Mexmûr, qadên gerîla û li her derê jinan mizgîna biharê dan.

Bihara îsal dê bi reng û coşa jinê ya li qadan be. Xaleke din ya gelek giring ew bû, di çalakiyên jinên Kurd û jinên herêmê de daxwaza azadiya Rêber Apo armanca sereke bû. Bêguman afirînera jina azad xeta azadiyê ya Rêber Apo ye. Lewma ji Şingal û Qendîlê heta Reqa, Kobanê, Wan, Amed û Mexmûrê jinan herî zêde israra ji bo azadiya Rêber Apo anîn ziman. Diyar e ku dê di pêngava dema azadiyê de jî bandora van çalakiyan çêbe. Lewma li qadên 8’ê Adarê jinan Rêber Apo ku bûye çavkaniya pêşketina têkoşîna azadiya jinê û kiriye ku jina azad û xweşik bibe hêza herî çalak ya şoreşê, bi çalakiyan silav kirin. 8’ê Adara 2021’ê bi gelek peyaman barkirî pêk hat. Bi hêviya ev coş û vîna jinan ya têkoşîna azadiyê ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê ve bibe pir, 21’ê Adarê Kurdistan seranser bibe qada serhildanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv