MECLISA XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ:
EM BIRYARÊN BÊ ÎRADEYA ŞENGALÊ QEBÛL NAKIN
Ev demeke di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê nîqaş tên kirin.
Lê di van nîqaşan de daxwazên Êzidiyan nayên guhdarî kirin..
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ragihand ku ew biryarên bê îradeya xelkê Şengalê qebûl nakin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser peyamên li dijî Şengalê tên dayîn daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ji dema şerê DAIŞ’ê heta niha bedêlên giran dane, bi bi vî rengî gelê Şengalê bûye xwedî îrade û ew bêyî vê îradeyê ti lihevkirina li ser Şengalê qebûl nakin.
Meclisa Şengalê ragihand ku di 3’ê Tebaxa 2014’an PDK’ê Şengal radest kir, hikûmeta Iraqê xwedî li Şengalê derneket û DAIŞ’ê dest bi komkujiyan kir.
Meclîsê bal kişand ser danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û wiha got;
Nîqaş çi dibe bila bibe, proje û biryarên li ser Şengalê bêyî nêrîna Êzidiyan wê encam negire. Armanc û daxwaza me ya sereke ew e ku civak bê parastin û statuya Şengalê mayinde bibe. Di rewşeke berevajî de, biryar û lihevhatinên li derveyî nêrîna me, ango eger îradeya me ya civaka Êzidî li derveyî vê pêvajoyê bê hiştin, wê biryarên bên wergirtin bê encam bimînin, wê pêk neyên. Ti guhertin û guftugoyên em tê de nebin, em qebûl nakin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku ji bo nîqaşên li ser xala 140’î ya herêmên nakok bi encam bibe, divê ew jî weke aliyekî cihê xwe di nav de bigirin, bi vî rengî bên naskirin.