LI VIYANAYÊ FESTÎVALA JINAN
DI FESTÎVALÊ DE ŞOREŞA ROJAVA HAT SILAVKIRIN
Li paytexta Awustûryayê Viyanayê festîvala jinan hat lidarxistin.
Gelek dostên Kurdan beşdarî festîvalê bûn û şoreşa Rojava silav kirin.
Bi pêşengiya Platforma Piştevaniya Jinan a Ewropayê li paytexta Awustûryayê Viyanayê Festîvala jinan hat lidarxistin.
Festîval bi dirûşma ‘Şoreşa jinê ya Rojava’ pêk hat.
Nûnerên êxistinên şoreşger, tevgerên jinan ên Awustûryayê tevlî festîvalê bûn û piştgirî dan şoreşa Rojava.
Beşdaran diyar kir ku îro jinên Kurd ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya jinên Cîhanê têkoşînê dikin.
Û bang li tevahiya jinên Cîhanê kir ku li dijî neheqî û bêedaletiyê liberxwe bidin û deng bidin berxwedana jinên Kurd.
Di bernameya festîvalê de ji bilî hunermendên Kurd, herwiha ji gelên cûda jî gelek hunermendên jin hunerên xwe pêşkêş kirin.