Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meclîsa Îştar a Mexmûrê piştgirî da çalakiya REPAK’ê

Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûr bi daxuyaniyek nivîskî piştgiriya xwe ji bo jinên ku bi rêya REPAK’ê name ji OPCW re nivîsandin da diyar kirin.

Bi hewldana REPAK’ê ji çar aliyên cîhanê 64 jin û rêxistinan nameyek nivîsîn û ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî xwestin ku bi berpirsyartiya xwe rabe û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa Tirk dest bi lêpirsînê bike. Li ser vê yekê Meclîsa Îştar ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî nivîskî piştgiriya xwe ji bo çalakiya REPAK’ê dan diyarkirin.

Daxuyaniya Meclîsa Îştar wiha ye;

“Dewleta Tirk bi salane li hember gelê Kurd sucên şer dike, di şer de ti exlaqê nas nake û tevahî hiqûqên şer binpê dike. Li hember gelê Kurd her curên êrişan pêk tîne û vê yekê jî rewa dike. Di 23’yê Nîsana 2021’ê de li dijî gerîla û gelê Kurd şerek topyekûn hatiye destpêkirin. Di vî şerî de her cure çekên qedexekirî tên bikaranîn. Di serî de çekên kîmyewî yên ku di hiqûqa navneteweyî de qedexe ne tên bikaranîn. Bikaranîna çekên kîmyewî ku ji hêla gerîlayan ve hatiye tespît kirin û gelek amûrên çekên kîmyewî ji hêla gerîlayan ve hatiye bidest xistin.

Dewlet Tirk ne cara yekeme li hember gelê Kurd û gerîlayên Kurd şerê dij mirovahî û kiryarên bê exlaqî pêktîne. Bi salane vê yekê bi awayekê sîstematîk didomîne. Lê mixabin dema mijar dibe gelê Kurd û gerîlayên Kurd, tevahî sazî û dezgehên mafên mirovan bêdeng dimînin û çavên xwe ji kiryarên bê exlaq yên dewleta Tirk re digirin. Em pirs dikin, gelo çima navên sazî, dezgehên xwe kirine mafên mirovan? Ruxmê ku dewleta Tirk bi xwe vê peymana Qedexeya Çekên Kimyewî di 14’ê Çileya 1993’an de îmze kiriye jî, lê bi salane li ber çavê tevahî cîhanê bikartîne. Di rastiya xwe de bêdeng mayîn, bê helwest mayîn, temaşe kirin û bertek ne dayîn, hevkarîkirine. Pêwîste tevahî cîhan li hember vê yekê xwedî helwest be. Bi taybetî jî jinên Kurd û yên cîhanê. Ev çekên kîmyewî yên ku encamê aqlê zilame serdest hatiye pêşxistin li ser mirovan bikaranîn ne exlaqê mirovatiyê ye.

Em weke jinên Wargeha Mexmûrê bang li tevahî jinên Kurd û Jinên Cîhanê dikin, em di wê bawerî û hêviyê de ne ku cîhanek bê şer encex bi destê jin were avakirin. Ji ber vê yekê jî em li hember van êrîşên dewleta Tirk, hêza xwe bikin yek û li hember vê yekê rawestin û hesap ji dewleta Tirk bipirsin. Têkoşîn û berxwedaniya me çiqasî bi hêz û hevgirtî be emê bikaribin encamên girîng bidest bixin. Cardin em bang li OPCW’ê dikin, berpirsiyartiya xwe xwedî derbikeve û erkên xwe pêkbîne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv