Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PAJK: Em derba dawî li dewleta faşîst a lawazbûyî bixin û biavêjin ser çopa dîrokê

PJAK’ê diyar kir ku li Metîna, Zap û Avaşînê berxwedanek bi ruhê lehengiyê tê meşandin û bang li her kesî kir ku li dora vê berxwedanê bicivin, derba dawî li dewleta Tirk a faşîst a ji hêzê ketiye bixin û diavêjin ser çopa dîrokê.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê (PAJK) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku meha Cotmehê hem ji bo gelê Kurd destpêka komploya navneteweyî ye, hem jî meheke ku şehîdên şoreşê yên berxwedêr li dijî teslîmkariyê bi xwîna xwe berxwedaneke mezin nîşan dane.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em komploya 9’ê Cotmehê bi hestên mezin ên hêrs û tolê pêşwazî dikin, em carek din soza xwe ya ji hêzên komploger hesap pirsînê dubare didin. Heman demî, meha Cotmehê di şexsê şehîdan de meha berxwedanê ye. Em hem bi wesileya salvegera bîstemîn re fermandara manewî ya artêşa me ya jin Heval Bêrîtan Hêvî (Gûlnaz Karataş) bi rêz û hûrmet bi bîr tînin û hem jî damezrandina artêşbûna me ya jinê ji hemû hevalan re pîroz dikin.”

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst li her qadê li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê şer dike û wiha dewam kir, “Dewleta Tirk a dagirker her roj li cihekî Rojava dide, qadên Şengal û Mexmûrê bi êrîşên hewayî re rû bi rû dimîne, li Başûr li dijî hevalên me sûîkastên namerdane dike, hewil dide qadên parastina medya dagir bike, li Bakur jî herkesî dixe zîndanan. Ji gelê me bi dehan kes tên qetilkirin, hevalên me bi çekên kîmyewî tên hedefkirin. Hemleya herî mezin a van êrîşa dijmin vala derxîne pêşxistina şerê gelê şoreşgerî ye. Derveyî vê rêkeke me nîne. Heke em gel li gorî şoreşê rêxistin bikin û jiyanê li gorî vê bidin meşandin emê bikaribin serkeftî bibin. Naxwe, sepanên îmhayê yên li ser gelê Kurd wê leztir bidome. Lê em nikarin bêjin wekî jin li gorî şerê gel ê şoreşgerî me lêhûrbûn û terzekî xebatê tam qezenc kiriye. Niha, hêza li dijî faşîzmê li ber xwe dide tenê gerîla ye. Bêguman bertek û çalakiyên xwedî derketinê yên gelê me jî car caran çêbûne. Lê gelê me bi van rêbazên çalakiyan re aniye ziman ku li pişt gerîla ne. Lê, li gorî şerê gel ê şoreşgerî pêwîst e yekbûna gerîla-gel bê qezenckirin. Divê gel li gel gerîla li gorî şertên şer bê amadekirin û jiyaneke li gorî vê bê rêxistinkirin. Yek ji qadên me yên ku lazim e şerê gel ê şoreşgerî herî zêde bê rêxistinkirin jî Rojava ye. Ji ber ku şoreşeke ku me hûnandiye û divê em biparêzin heye. Di vê qadê de Heval Arîn Mîrkan di têkoşîna li dijî hêza lêder a kapîtalîzmê DAÎŞ’ê de, di parastina Kobanê de û li dijî hêzên çêtevan çalakiya fedaî kir û 5’ê Cotmeha 2014’an de şehîd ket. Heval Arîn bû yek ji sembola têkoşîna me ya şerê gel ê şoreşgerî. Heval Rêwan jî di vê çalakiyê de cihê xwe digire. Li Kobanê ew bombeya ku bi bedena xwe ve girêdabû di mêjiyê zilamtiya faşîst de teqand û bû îfadeya welatparêzî û girêdanbûna axê. Heman demî nîşanî me da ku em dikarin Rojava encax bi rastiya gelê ku li derdora rêgeza welatparêzî kom bûye re biparêzin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku meha Cotmehê di heman demê de meha xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û hate gotin, “Li dijî komploya 6’ê Gulanê ya li ser Rêbertî Heval Bermal (Güler Otaç) û Heval Rewşen (Leyla Kaplan) çalakiyên fedaî kirin û Heval Rotînda (Aynur Artan) û Heval Kurdê (Selamet Menteş) jî li dijî komploya 9’ê Cotmehê bedenên xwe ji agir kirin sîper û bûn şehîdên meha cotmehê. Heval Rewşen di sala 1995’an de tevlî gerîla bûye. Li Dêrsimê Heval Zeynep Kinaci nas dike û ji vê çalakiyê pir bandor dibe. Biryar dide ku bi heman şêwazî çalakiyekî bike. Bi biryardarî û baweriyeke mezin di 25’ê Cotmeha 1996’an de li Edeneyê li dijî polîsan çalakiyekî dike û dibe îfadeya şênber a ast, bawerî, vîn û hestên ku Rêbertî di jinê de avakiriye. Heval Bermal di 1998’an de bi çalak tevlî têkoşînê dibe. Kedkariya wê, zîrekbûna wê, enerjiya ku nikarîbû di cihê xwe de bisekine, sekna wê ya wêrek û hişk heman demî qerektera wê ya ji dil, bi hestî, fedakâr hem li ser malbat hem li ser derdor bandoreke mezin ava kiriye. Çalakiya Heval Zîlan pêk aniye ji bo wê bûye manîfestoya jiyanê. Di roja 29’ê Cotmeha 1996’an de di Cejna Komariyê ango roja îmha û înkarê de li Sîwasê li dijî hêza polîs çalakiya xwe li dar xistiye. Heval Rotînda û Kurdê jî di zîndana Mîdyadê de di 23’ê Cotmeha 1998’an de li dijî komployê xwe dişewitînin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Îro tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê berdewam kirin. Nêzîkatiyên ku li ti derê cîhanê nehatiye dîtin li dijî Rêber Apo tê nîşandan. Di vê mijarê de ti maf û hikûk naye nasîn. Ji bo tecrîd bê şikandin di pêşengiya zindanan de çalakiyên grevên birçîbûnê hatin meşandin, gelên me yên li qampên Mexmûr û Lavrîo dijîn jî bi çalakiyên piştgirî tevlî vê pêvajoyê bûn. Em berpirs in ku azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bînin. Li dijî her cure komployên li ser Rêbertî hatine kirin hevalên me bi bedenên xwe çembereke parastinê ava kirin. Tişta ev heval ji me re ferman didin azadiya fizîkî ya Rêbertî ye. Di vê mijarê de hemleya tevgera me ya giştî ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û hemleya tevgera me ya jin rêxistin kiriye ‘Dem Dema Parastina Jinê ye’ azadiya fizîkî ya Rêber Apo xistiye rojeva sereke. Hemleyên me saleke xwe li pey xwe hiştin û her çiqas li qadan livdariyek ava kiribin jî hê negihiştine hedefa xwe. Ji ber vê yekê, divê em li ser bingeha azadiya fizikî ya Rêbertî çalakiyên hîn xurttir rêxistin bikin. Heta pergala Îmrali ya Rêbertî tê de rehîne tê girtin neyê perçekirin, polîtîkayên komplo yên li ser gelê me û welatê me jî nikare vala bên derxistin. Em 24 saet Rêbertî di pratîka xwe de bisepînin û paradîgmaya wî rêxistin bikin dikarin van polîtîkayan vala derbixin. Armanca tecrîd ji xwe girêdana Rêbertî û Tevgerê ji hev qûtkirin e. Rêbertî diyar kiriye ku her tiştî di parêzname û dahûrandinan de daniye holê. Dahûrandin û parêzname divê bibe kilawûza jiyana me hemûyan. Heke em di vê çarçoveyê de lêhûrbûn bikin û derbasî pratîkê bibin em dikarin pergala rehîne ya Îmraliyê jî perçe bikin, lîstikên komployê jî vala derbixin.”

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku meha Cotmehê di heman demê de meha şehîdên jin e û destnîşan kir ku her yek ji wan di dîroka azadiyê de bi jiyana xwe mîrateyên xurt hiştine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bêguman bi dehan şehîdên me yên me navê wan negotine jî hene. Lê jiyan û sekna hevalên bûne sembol lêkolîn kirin jî nîşan dide bi xwîna xwe çawa dîroka azadiyê rêxistin kirine. Şehîdên me fermana pêşxistina azadiyê û serkeftinê didin me. Ferman didin ku em li derdora bîrdoziya rizgariya jinê kom bibin û têkoşînê bilind bikin. Ferman didin ku em azadiya fizîkî ya Rêbertî bi dest bixin û sepanên komplo vala derbixin. Yanî erk û berpirsiyariyên me yên mezin li bîra me dixin. Cuda ti rêkekî me yê din nîne ku divê em bi vê hişmendiyê erkên xwe hembêz bikin û serkeftinê bidest bixin. Li ser bingeha ku ji Serhedê heta Efrînê bersivê bidin berxwadana gerîla bi biryardariyeke mezin dimeşe. Îro di pêşengiya hevalên li Metîna, Zap û Avaşînê li ber xwe didin de ev rihê qehreman tê temsîlkirin. Xeta berxwedêr a Heval Bêrîtan temsîl dikir bûye xeta hemû hêzên gerîla û di pratîka îro de jî bi awayekî pir xurt tê pêkanîn. Hevalên me yên ku heta niha 157 car bi êrîşên çekên kîmyewî re rû bi rû mane, tenê bi çekên ferdî derbe li faşîzmê dane; li dijî her cure teknîka dijmin di tûnelên şer de bedenên xwe kirine mertal pêkhênerên şênber ên girêdaniya şehîdên me yên qehreman in. Yanî gerîla berxwedana xwe mezin dike û berdewam dike, heta henaseya xwe ya dawî berxwedaneke mezin nîşan dide. Di peyamên xwe yên dawî yên ku ji gel û hevalan re dihêlin de diyar dikin ku wê heta dawî li ber xwe bidin û me jî dawet dikin ku em jî di vê riyê de bimeşin. Hevalên me yên ji Mamreşo, Werxelê û Zendûra ji me re peyam şandin û wekî wesyetên xwe fermana berxwedanê dan. Divê em tenê guh nedin vî dengî, divê em vê berxwedana dimeşe bixin malê herkesî û bi vê wîcdanê ji hevalên me yên li ber xwe didin re bibin bersiv. Dem dema berxwedanê ye. Divê ti carî vê demê û banga hevalên xwe ji rêzê negirin dest. Divê hemû jin jî li dora vê berxwedanê kom bibe; bibe xwediyê têkoşîneke mayînde. Heke wisa bibe emê bikarin derba dawî li dewleta faşîst a zeyîf bûyî û ji hêz ketî bidin û biavêjin çopa dîrokê.

Ti têkoşîna şoreşê bêberdêl negihiştiye serkeftinê. Em jî di nav vê pêvajoya zehmet de şehîdan didin. Ev berdêl divê di me de atmosfereke dilşewat û paş de dikşîne ava neke. Heke azadî hêsan ba ewqas berdêl nedihat dayîn. Bêguman nabe ev berdêl sivik bê girtin lê heta berxwedan hebe wê şahadet jî çêbibe. Em mecbûr in wate bidin û li gorî wê bersiv bidin van şahadetan. Em têkoşîneke mafdar dimeşînin û em ê teqez serbikevin. Em hemû jinên di vê têkoşînê de cihê xwe digirin silav dikin!”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv