KOMKUJIYA ROBOSKÎ
MALBATÊN QURBANIYAN: 9 SAL E EDALET PÊK NEHATIYE
Tevî 9 sal di ser komkujiya Roboskî re derbas dibe, hêjî, kujer nehatine darizandin.
Êşa malbatên qurbaniyan wekî roja ewil e, heta kujer werin darizandin û edalet pêk were şahî ji xwe re heram kirin e.
Malbatên qurbaniyan axivîn û diyar kirin, aramî û aştî bi peydakirina kujeran pêk an e.
Dayîka Cemal Encu yê 17 salî hat qetil kirin, Xezal Encû carek din daxwaza edaletê kir.
Ji ber kujer nehatine darizandin êşa dayîka Hemze Encu yê 21 salî hat qetil kirin, Kadriye Encû jî wekî roja ewil e.
2 kur û 2 neviyên Eyşe Encû di komkujiya Roboskê de hatine qetil kirin.
Dema hatin qetil kirin, Savaş 15, Husnû 27, neviyên wê Erkan û Mahsum jî 16 salî bûn.
Eyşe Encû dibêje heta dawiyê ew dest ji doza adeletê bernedin.
28’ê kanûna 2011’an dewleta Tirk li gundê Roboskê kesên ku li ser sînor kaçaxî dikirin bombebarana kirin. Di bombebaranê de, 35 kes hatin qetil kirin, 18 ji wan zarok bûn.