BERXWEDANA JI BO AZADIYA RÊBER APO
GIRTIYÊN JI DOZA PKK-PAJK’Ê 28 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Bi daxwaza azadiya rêber APO ev 28 roj in girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Koma 6’an çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger birêve dibe.
Girtiyên jin ên li zindana Amedê bi rêya malbatên xwe peyam şandin û balkişandin ser binpêkirinên mafan..
Girtiyan di peyamên xwe de biryardariya xwe ya ji bo azadiya rêber APO careke din diyar kirn û banga destekê kirin.
BERXWEDANA JI BO AZADIYA RÊBER APO
YAZGUL ŞAHÎN: EM BI HEV RE DIKARIN FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN
Berxwedêra bi navê Yazgul Şahîn a li zindana Jinan a Kayseriyê tê girtin jî bi rêya malbata xwe peyamek rêkir.
Yazgul Şahîn bal kişand ser berxwedana dane destpêkirin û wiha got:
Tecrîd her diçe dor li me teng dike û girantir dibe.
Ji ber vê, heta tecrîda li Îmraliyê û li hemû zindanan bi dawî nebe em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.
Em bang li herkesî dikin, tevlî çalakiya me bibin
BERXWEDANA JI BO AZADIYA RÊBER APO
MALBATÊN GIRTIYAN: GIRTÎ LI ZINDANÊ EM JÎ LI DERVE LI BER XWE DIDIN
Malbatan girtiyan ên ji Rojavayê Kurdistanê desteka xwe ya ji bo zindaniyan diyar kirin..
Xuşka Mihemed Îsmaîl, Orîvan Îsmaîl dibêje, ji bo ji bo girtî bigihin armanca xwe çi ji destê wan were wê bikin.
Xuşka Ehmed Osman, Cemîla Osman jî da zanîn ku ew ê jî li derve li berxwe bidin.