Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mahsûm Korkmaz, Egîd – Rêwîtiya fermandarê efsanewî 28.03.2021

 

MAHSÛM KORKMAZ – EGÎD
RÊWÎTIYA FERMANDARÊ EFSANEWÎ

Sala 1956’an li gundê Gulazerê yê navçeya Amedê Farqînê ji dayîk bû.

Hê di zarokatiya xwe de wêrekiya wî di nava malbatê de xwe dida der.

Di 6 saliya xwe de malbata wî ji gund berê xwe dide Farqînê û li wir bi cih dibe.

Dema zarok e, xwişka wî jê dipirse ka dema mezinbû wê bibe çi û vê bersivê dide:

“Ez ê bibim fermandarekî mezin.”

Di 7 saliya xwe de dema bi xwişka re li ber deriyê dibistanê bi Kurdî diaxive, mamosteyê dagirkeriyê li xwişka wî dixe.

Û vê yekê ji xwişka xwe re dibêje “te çima lê nexist…? Dema ez mezinbûm, ezê lê bixin.”

Hê wê rojê sozek dabû xwe bibe xewnereşka dagirkeriya Tirk.

Kesên wî nas dikin ji dayîka wî re dibêjin, “baş guhdarî kurê xwe be, wê mêrxas û Egîdek jê derê.”

Li ti saziya dagirkeriya Tirk sebir û hedana wî nayê, ji Şevîngeha Farqînê direve.

Bavê wî, wî li dibistana seretayî ya Farqînê bi cih dike.

1970’yî malbata wî vê carê diçe Batmanê û li wir bi cih dibe.

Êdî 16 salî ye û bîra her tiştî dibe.

Di hin civatên veşartî de cihê xwe digire û timûtim dora xwe hişyar dike.

1977’an êdî ji bo wî û tevahiya Kurdistanê dibe mîladek.

Mazlûm Dogan ji bo xurtkirina têkoşîn û rêxistinkirina tevgera Apoyî li Batmanê ye.

Bihara wê salê an go 1997’an wî nas dike.

Heman salê beşdarî nava refên tevgera Apoyî dibe.

Payîza 1977’an Rêber Apo jî diçe Batmanê û bi koma Batmanê re civînekê li dar dixe.

Di civînê de ew û Mazlûm Dogan jî amade bûn.

Li Batmanê gelek çalakiyan li dar dixe, ji ber van çalakiyên serketî gel navê Çakûç lê dike.

1977-1979’an tam du salan li Batmanê ji bo mafê karkeran û li dijî pergala kevneperest a axatiyê jî tevî hevrêyên xwe têdikoşe.

Li ser malbata wî zextên giran û nedîtî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve pêk hatin.

Sala 1980’yî pêşî birayê wî Seyfedîn û paşê xwişka wî Meryem li hemberî zilma dagirkeriya Tirk dawî li jiyana xwe anîn. 36:16

Bav Şêxmûs Korkmaz jî li Fermandariya artêşa dagirker a li Sêrtê hat qetilkirin.

Ji bo şehîd Edîp Solmaz bibe şaredarê Batmanê kar û xebateke zêde kir.

Û beriya ji Batmanê veqete dibe şahidê serketineke mezin a tevgera Apoyî.

Piştî derbeya cunta ya 12’ê Îlonê tevî komek ji kadroyên PKK’ê berê xwe dide qada Rojhilata Navîn û piştî temamkirina perwerdeyê vedigere Kurdistanê.

Dema vedigere Kurdistanê fermandareke û navê Egîd daniye ser milê xwe.

Ew Mahsûm Korkmaz bi nasnav Egîd… Fermandarê ji Pêngava Dîrokî ya 15’ê Tebaxa 1984’an re dike.

Kanûna sala 1985’an ji bo beşdarî Kongreya Sêyemîn a PKK’ê bibe tevî komeke gerîlla ji Gabarê berê xwe dide Cûdî…

Lê ji ber ku rênasê wan şehîd dibe, neçar dimîne ku careke din vegere herêma Gabarê…

Roja 28’ê Adara sala 1986’an dema tevî komeke hevalên xwe ber bi Cûdî ve diçe, dikeve kemîna hêzên artêşa dewleta Tirk a dagirker û şehîd dibe.

Ji bo vî ewladê gelê Kurd û fermandarê efsanewî, Rêber Apo wiha dibêje;

Hevrê û heval Egîd, divê mirov wî nas bike, wî bîne bîra xwe.

Heval Egîd şîrîn e, heval Egîd hogir e, heval Egîd mirovekî fedekar e.

Girîng e ku mirov vî hevrêyê jiyanê bîne bîra xwe, çavê mirov timî lê bigere.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv