Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Fransayê zextên li ser kurdan: ‘Macron talîmatên Erdogan bi cih tîne’ 28.03.2021

 

LI FRANSAYÊ ZEXTÊN LI SER KURDAN
“MACRON TALÎMATÊN ERDOGAN BI CIH TÎNE”

23’yê Adarê serê sibê polîsên Fransî avêtibûn ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Marsîlyayê û gelek malên Kurdan.

Di serdegirtinan de 13 Kurd hatibûn binçavkirin.

Ji binçavkiriyan doh 7 kes hatin girtin û yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Kurdên li Fransayê li hemberî zextan ev bi rojan li qadan bûn.

Herî dawî li Marsîlyayê bi beşdariya hezaran kesî meşek hatibû lidarxistin.

Kar û xebatên rêxistinkirinê, çalakiyên ji bo Rêber Apo di hedefa zextên Fransayê de bûn.

Kurdên li Marsîlyayê jî bi awayekî girseyî peyama mezinkirina ji bo têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo dan.

Daxwaza azadiya Rêber Apo weke bingeha meş û mitînga xwe danîn.

Li hemberî van zextan di nava raya giştî ya Fransayê de jî nerazîbûn zêde dibe.

Herî dawî Partiya Antî Kapîtalîst a Fransayê daxuyaniyek da û girtina Kurdan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, nayê qebûlkirin ku ev kirinên polîsan li hemberî nûnerên miletekî têkoşer bên kirin.

Zelal e, Makron û hukûmeta xwe, talîmatên dîktator Erdogan bi hûrgulî bi cih tînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv