Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li zindana Tahranê ciwanekî Kurd bi êşkenceyê hat qetilkirin

 

ZEXT Û ZORA REJÎMA ÎRANÊ YA LI DIJÎ KURDAN
LI ZINDANA TAHRANÊ CIWANEKÎ KURD BI ÊŞKENCEYÊ HAT QETILKIRIN

Li Rojhilatê Kurdistanê êrîş û zextên rejîma îranê roj bi roj zêde dibe.

22’ê Îlonê Ciwanê Kurd yê binavê Emîr Hisên Hatemî li zinana Feşfuye, li paytexta Îran Tahranê bi eşkenceyê hat kuştin.

Malbata derbarê buyerê de agahî dan Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê:

Ji beriya 10 rojan Emîr Hisên ji bo wergirtina wesayîta bavê xwe serdana yek ji navendên polîsan ên li Tehranê dike.

Lê li navenda polîsan ji ber dosyek kevin a cezayê pere, tê binçavkirin û dişînin girtîgeha Feşfuye.

Emîr Hisên şeva 21’ê Îlonê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û gotye, êşkenceyeke giran lê hatiye kirin û ew birine nexweşxaneyê.

Piştî ku malbat ji bo dîtina kurê xwe diçe nexweşxanê, rayedarên rejimê destur nadin wî bibînin.

Piştî rojekê jî berpirsên girtîgehê agahiya mirina Emîr Hisên dane malbat ê.

Li ser vê yekê malbat û xizmên wî ber bi zindanê ve meşiyan û ji rayedarên rejîmê xwestin têkildarî mijarê daxuyaniyek bidin.

Piştre Malbatê cenazeyê kurê xwe wergirtin û li gundê Lerêniya Sîrwanê sipartin axê.

Malbatê da zanîn ku ew ê derbarê sûcdaran da dozê vekin û hesap ji wan bipirsin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv