Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Xelîfanê çi qewimî: Gelo PDK ji bo 3 gerîla teslîmî MÎT’ê bike bazariyê dike?

 

LI XELÎFANÊ ÇI QEWIMÎ
GELO PDK JI BO 3 GERÎLA TESLÎMÎ MÎT’Ê BIKE BAZARIYÊ DIKE?

Li herema Xelîfanê ku dikeve navbera herema Soran û Hewlêrê çi qewimî?

Koma gerila ya li bin fermandariya Serwer Serhat ku li herêmê ber bi Behdînanê ve ketibûn rê, ev 2 hefte ne ji wan agahî nayê girtin.

Gelo Hêzên PDKê ew înfaz kirin an jî hê di bin çavan de ne?

Di vî warî de Rayedarên HPGê ji PDKê li benda bersiveke zelal in.

Ragihandina PDK 26’ê Tîrmehê nûçeyeke têkildarî herêma Xelîfanê weke “yekîneyeke gerîla ketiye kemîna hêzên PDK” servîs kir.

Çapemeniya PDK’ê ev bêbextiya li gerilla weke serkeftin ragihand.

KCK, HPG û saziyên Kurd bi daxuyaniyên cuda ji PDK’ê xwestin aqûbeta vê koma gerilla eşkere bike.

Têkildarî bûyerê agahiyên pêbawer nînin.

Hin çavkaniyên herêmî ku xwe weke şahidên bûyerê nîşan didin, dibêjin; “şehîd û birîndar hene”

Der barê vê bûyera ku hîn jî li bersiva xwe digere rojnama yenî ozgur polîtîka nûçeyeke taybet weşand.

Li gorî nûçeyê çend ihtîmal hene ku her yek ji ya din sosrettir e.

Li gorî nûçeyê ku xwe dispêre hin çavkaniyan gerîla şehîd bûne û ew li gundê Bêxme hatine veşartin.

Dîsa ihtîmal e ku her 3 gerîla ji aliyê PDK’ê ve hatibin esîrgirtin.

Li gorî vê ihtîmalê dewleta tirk a dagirker ji bo her 3 gerîlayên di destê PDK’ê de ne, bigre, bi PDK’ê re bazarê dike.

PDK’a ku germ nêzî bazarê dibû ji ber reaksiyona raya giştî ya kurd ji dewleta tirk dem xwestiye.

Çavkanî diyar dikin ku PDK’ê bi taybetî fermandarê gerîla Serwer Serhat hedef girtiye û dibêjin;

Fermandar Serwer bi salan e li dijî dagirkeriyê şer dike. Cihê erka wî ya dawîn jî ew qad e ku dagirkeriya tirk tê de xitimiye.

Fermandarekî PDK’ê ji malbatan re jî gotiye eger Serwer ji me re cihê tunelên şer bibêje dikare bi we re hevdîtinê bike.

Li aliyê din hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema ev bûyer qewimiye ango ji 26’ê tîrmehê ve gundê Bêxme di bin dorpêça çekdarên PDK’ê de ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv