Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê: ‘Dewleta Tirk a dagirker êrişî Kampa Qadiya ya Êzidiyan kir’

 

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊRIŞÎ KAMPA QADIYA YA ÊZÎDIYAN KIR

Dagirkeriya tirk şeva 30’ê tebaxê bi balafiran êrişî Kampa Qadiyan a Êzîdiyan kir.

Kamp li navçeya Zaxoyê ye û êzîdyên ji ber Fermana 3’yê tebaxê reviyane xwe li vir girtine.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê der barê êrişa li dijî kampa Qadiya ya Êzîdiyan daxuyaniyek da.

Ji malbatên her du zarokên di êrişê de jiyana xw eji dest dane sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfauê xwest.

KCK’ê der barê êrişê û helwesta PDK’ê jî ev tişt gotin:

Hem agahiya şahidan hem jî awayê pêkhatina êrişan eşkere dike ku dewleta Tirk ev êriş pêk aniye.

Li gel ku hêj rastiya bûyerê tam zelal nebûye, rayedarên PDK’ê yên li kampê bi provokasyonekê dixwazin êrişê bixin stuyê PKK’ê

Ev helwest weke ku dewleta Tirk qet êrişî gelê me nekiribe hewldaneke meşrûkirina êrişên qirkirinê ne.

PDK’a ku li dijî êrişa di 16-17’ê tebaxê de li Şengalê li nava sûkê û nexweşxanê pêk hat, bêdeng ma di êrişa li dijî Kampa Qadiya de tevgera me sûcbar dikin.

Em vê helwestê şermezar dikin û em di wê baweriyê de ne ku ev planeke bi zanebûn e.

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
PDK HEWL DIDE ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER MEŞRÛ BIKE

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi bîr xist ku ev êriş piştî civîna li Bexdayê û serdana serokomarê Fransayê Macron pêk hatiye:

Piştî civîna Bexdayê û serdana Macron hema yekser rayedarên PDK’ê ji ber êrişê tevgera me tohmetbar kirin.

Ev hewldan bi me re qinaeta ku hayê wan ji êrişê hebûye, çêdike.

Bi vê wesîleyê em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van hewldanên provokatîf li dijî PDK’ê helwest nîşan bidin.

Em weke tevger dixwazin û destek dikin ku xelkê Êzîdî vegere Şengalê û li wê derê jiyana xwe ji nû ve înşa bikin.

Vê êrişê careke din nîşan daye ku xelkê Şengalê lazim e li ser axa xwe hem xwe bi rê ve bibe hem jî xwe biparêze.

Di serî de hikûmeta Iraqê, PDK û hêzên navnetewî divê dev ji lîstikên qirêj ên li se gelê me berdin.

Em bang li raya giştî ya cîhanê jî dikin ku daxazên meşrû û mafdar ên Êzîdiyan, xwerêveberî û xweparastina wan destek bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv