LI TIRKIYÊ ÊRIŞÊN FAŞÎSTAN
LI KONYAYÊ KURDEK HAT KUŞTIN
Li Çariklikoya Merama Konyayê komek nijadperestî êrişî malbata Kurd kirin.
Komeke ku ji 60 kesan pêk dihat bi çekan erîş birin ser malbata Amedî ku ev 20 salin Çariklikoyê dimîne.
Di êrişê de Hakîm Dal ê 43 salî hate kuştin.
Hate diyarkirin nijadperestên li Karahuyukê dijîn berê jî gelek caran gef li malbatê xwarine.
Birayê Hakîm Dal, Hamdî dal têkildarî bûyerê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî û got.
“Ji ber ku em Kurd in, ji me hez nedikirin. Gundên derdorê zext li me dikirin û dixwestin em ji vir biçin.
Hamdî Dal têkildarî êrişa nijadperestan ev tişt got:
“Berê jî gef li me dixwarin. Di navbera şivanan de nîqaş çêbû. Şerê şivanan kirin hincet û êrişî me kirin. Di şerî de birayê min hat kuştin.”
Şahidê bûyerê Mehmet Emîn jî diyar kir ku ev ne êrişa pêşîn e û got;
“Malbat debara xwe bi xwedîkirina heywanan dike. Ji zû ve ye li vî gundî dijîn. Berê jî 3 caran hewl dabûn êrişî malbatê bikin. Muxtar gundî li hemberî malbatê sor dikir”.
LI TIRKIYÊ ÊRIŞÊN FAŞÎSTAN
LI ENQERÊ ÊRIŞÎ MALBATEKE KURD KIRIN
Li Enqerê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin.
Êriş ji aliyê malbateke ji Kirikkaleyê pêk hat.
Ferdên malbatê bi çekan êrişî malbateke ji Mêrdînê kirine ku bi salan e cîranê hev in.
Di encama êrişê de ji malbata mêrdînî 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.
Ji birîndaran Tuncer Boztaş, Halis Boztaş ji bo tedawiyê birene Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Yildirim Beyazit a Dişkapiyê .
Birîna Ferît Boztaş û Feyyaz Boztaş giran e. Wan jî birine Nexweşxaneya Enqerê.
Polîsan hem li cihê bûyerê hem jî li ber nexweşxaneyan êrişî malbata kurd û xizmên wan kiriye.
Li aliyê din qeymeqamê Altindagê ketina taxa Kavakliyê li xizmên malbata Boztaş qedexe kiriye û bi ser de jî malbata êriş pêk aniye jî xistiye bin parastinê.