Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Gerîla rê neda dagirker bikevin tunelên şer û derb li wan xist

 

LI AVAŞÎNÊ PÊNGAVA “BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: GERÎLA RÊ NEDA DAGIRKER BIKEVIN TUNELÊN ŞER Û DERB LI WAN XIST

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê rewşa dawî ya şerê li Zap û Avaşînê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku gerîla li her du herêman jî bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê radibin û ev agahî dan.

20’ê Tîrmehê gerîla li qada Girê Sor li dijî komek ji dagirkerên hewl didan li derdora tunelên şer bi cih bibin çalakiyek kir.

Di çalakiye de dagirkerên derb xwarin neçar man qedemeyekê vekişin.

Herman rojê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan û gazên jehrî êriş birin ser tunelên şer ên li qada Werxelê.

Her wiha li qada Girê Sor tunelên şer bi balafirên şer hatin bombekirin.

Dîsa li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Banista, Tabûra Ereban, Girê Spî û Girê Silêman geriyan.

Û qadên Stûna, Gundê Dirê, qada Basya, derdora Werxelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Qada şehîd Şahîn a li herêma Zapê jî ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

HPG’ê da zanîn di van êrişan de tu zirar li hêzên gerîla nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv