LI SÛRIYÊ CIHÊKARIYA WHO
RÊXISTINA TENDURUSTIYA CÎHANÊ DERZIYÊN COVÎD-19 NEDAN RÊVEBIRIYA XWESER
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê soz dabû ku ji meha Adarê heta meha Gulanê 90 hezar derziyan bide herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Rêveberiya Xweser jî plan kiribû van derziyan destpêkê ji bo nexweşên giran û xebatkarên tenduristiyê bi kar bîne.
Lê belê heta niha tenê 700 derzî gihîştiye herêmên rêveberiya xweser. Ew jî tev radestî nexweşxaneyek li Qamişloyê ya girêdayî rejima Şamê hatiye kirin.
Rêxistina tendurustiya cihanê hefteya derbasbûyî 203 hezar derzî da herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.
Ev cihêkariya rêxistinê ji aliyê Doktorên Sînornenas ve jî hatibû rexne kirin.