Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Efrînê guhertina demografiyê: Çete malbatên xwe li gundan bicih dikin

 

LI EFRÎNÊ GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ
ÇETEYÊN CEBHET EL-NUSRA Û DAIŞ`Ê LI HERÊMÊ TÊN BICIHKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê zextên xwe li ser şêniyen herêmê dewam dike.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dewleta Tirk û çeteyên wê demografiya wê diguherînin.

Îbrahîm Şêxo got welatên Kendavê û Ewrûpa jî piştgiriyê didin vê polîtîkayê û wiha dewam kir:

“Ev guhertin bi navê alîkariya mirovahî bi pereyê dewletên Kendavê û Ewropayê tê kirin.

Bi alîkariya Almanyayê li Ezaz û Efrînê avahiyên mêtingeriyê hatin avakirin.”

Şêxo li ser bilezkirina guhertina demografiyê jî wiha axifî:

“Dewleta Tirk a dagirker bi lez malbatên Tirkmen li seranserî xeta sînor ji navçeya Şera heya navçeyên Bilbilê û Recoyê bi cih kirin.”

Wekî din bi sedan çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê yên Uygur, Tirkmen û Ozbek li eniyên şer bi cîh kirine.

LI EFRÎNÊ GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ
ÇETE MALBATÊN XWE LI GUNDAN BICIH DIKIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li gundên navçeya Mabata malbatên xwe bi cih kirin.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê;

“Lîwa El-Şemal” 5’ê Gulanê 3 malbat ji gundên Avrazê yê navçeya Malbata ya Efrîna derxistin.

Çetayan malbatên xwe anîn şûna gundiyan..

Rêxistinê destnîşan kir ku çeteyên dest jî danî ser malên gundiyan.

LI EFRÎNÊ GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ
LI GUNDÊN ÊZÎDIYAN MIZGEFT TÊN AVAKIRIN

Herwiha tê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya siyasetên tirkkirin û guhertina demografiyaya Efrînê de, dest avêtiye gundên Êzidiyan jî.

ANHA’yê da zanîn ku dewleta dagirker nahêle Êzdîdiyên herêmê vegerin ser axa xwe û çeteyên xwe anîne şûna wan.

Ajansê ragihand ku çêkirina mizgeftan jî ji aliyê Komeleya “Ehalî Filistîn 48”, “Komeleya El-Eyiş Bî Kerama” û “Komeleya Eyadî Beydaa ” yên girêdayî Îxwan El-Muslimîn ve tê meşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv