LI SINEYÊ QEZAYA TRAFÎKÊ
14 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA, 8 BIRÎNDAR HENE
Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê qezayeke weke komkujî çêbû.
Wesîteke ku 22 kes têde bûn li ser rêya Merîwan-Kamyaran qelibî nava dolekê.
Di qezayê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Tê gotin; ji ber birîna wan girane, dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.