LI BAŞÛR ALOZIYA ABORÎ Û XIZMETGUZARIYÊ
XELKÊ KOYÊ CAREKE DIN JI BER PIRSGIRÊKAN DAKETIN KOLANAN
Li navçeyên Hewlêrê ev demeke ji ber ku tu xizmet nayên kirin û kêmasiyên rayedaran bêzar in.
Xelkê navçeya Koye, ev demeke li dijî vê bê xemiya rayedaran nerazîbûn nîşan dide.
Gelek şêniyên Taxa Seyran City a Koye, careke din kom bûn û gotin;
“Ava pîs û kanalizasyona çend herêman tên navçeya me û çareyekê jê re nabînin.
Ev jî metirsiyê li ser tenduristiya civakê çêdike.”