Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li ser medyaya civakî ferzkirina sîxurtiyê 20.12.2020

Hema bibêje her roj sîxurtî li dehan kesan tê ferzkirin, lê belê ev yek niha li ser medyaya civakiyî jî dest pê kiriye.
Gelek kesên di avêtina ser malan de tên binçavkirin, li midûriyetên polîsan sîxurtî li wan tê ferzkirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 2020’î de li 160 kesî sîxurtî hatiye ferzkirin û gef li wan hatiye xwarin. Lê belê ev yek vê carê jî li ser medyaya civakiyî jî dest pê kiriye. Hesabê înstagramê yê bi navê “Aycan Sonmez” gef li Ramazan Aslan ê 29 salî xwariye û sîxurtî lê ferz kiriye.
Hesabê “Aycan Sonmez” peyam ji Aslan re şandiye û ji Aslan pirsa du hevalên wî kiriye. Aslan, diyar kir ku ev hesabê navbirî 50 hezar TL pere teklîfê wî kiriye û jê re gotiye: “‘Ji bo ku jiyana xwe bi xelasê bixim û di şert û mercine baş de bijîm, divê ez van her du eksan bidim dest.’ Min jê pirsî, ‘Ma tu ne dewlet î? Tu ev qas bihêz î. Here, tu wan kesan bibîne.’ Paşê sixêf kirin. Vê carê jî gef xwarin û got, ‘Em ê nehêlin tu rihet bibî.'”
Aslan, bilêv kir ku heman hesab vê carê gef li malbata wî û hevalên wî xwariye û piştî wî, malbata wî û hevalên wî vî hesabê navbirî asteng kirine, vê carê hesabê bi navê “Merve_kanar21” gef lê xwarine û peyama “Merheba Ramazan, birayên te serdana te kirin?” şandiye. Aslan got: “Ji min re got, ‘Tu ji bo me pir girîng î. Em qîmet didin te. Lewma me te negirt. Heger tu teklîfa me qebûl nekî, em ê nehêlin tu rihet tevbigerî.'”
GILÎ KIR 
Aslan, da zanîn ku gelek kesên li Taxa Şevket Sumer û Taxa Guneşê bi heman gef û ferzkirinên sîxurtiyê re rû bi rû dimînin. Aslan, anî ziman ku giliyê van kesan kiriye û serî li Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê daye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv