Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

AvEG-Kon: Ji Mereşê heta Roboskî hesabê komkujiyan wê bê pirsîn 20.12.2020

AvEG-Konê diyar kir ku komkujiyên Mereş û Roboskî mîna komkujiyên din hemûyan cihekî mezin di dilê wan ê bi hêrs de girtiye û wê hesab ji kujeran û rejîma faşîst bê pirsîn.

Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) bi wesîleya komkujiyên Roboskî û Mereşê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dîroka Komara Tirkiyeyê bi komkujiyan dagirtî ye û mîna li Ermen, Rûm û Çerkezan hate kirin, hîn jî li Kurdan û Elewiyan komkujî tê kirin.

AvEG-Konê ragihand ku komkujiyên Mereş û Roboskî beşek ji vê dîroka komkujiyan e û diyar kir, ku Komkujiya Mereşê ya Kanûna 1978’an ew komkujî ye ku li dijî nasnameya Elewiyan ji aliyê kontrgerîla ve hatiye plankirin û bi destê faşîstên sivîl ên dewletê hatiye kirin.

Bi dewamî hate destnîşankirin ku rejîma faşîst bi feraseta “Kurdê herî baş Kurdê mirî ye” di 28’ê Kanûna 2011’an de li Roboskiyê komkujî kir û 34 ciwanên Kurd bi fermana Erdogan ê faşîst bi balafirên şer hatin qetilkirn.

Konfederasyonê diyar kir ku dema berpirsyar hatin eşkerekirin û darizandin, hingî wê rejîma faşîst mêtinger jî bi rengekî eşkere bê dîtin, lewma rejîma faşîst bi pîlanên komkujiyên nû yên li dijî Elewiyan û gelê Kurd hewl dide pêşî li vê yekê bigire.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku karker û kedkar, Kurd û Elewî wê nehêlin sûcên rejîma faşîst ji rûpelên dîrokê bên birin û teqez hesab ji kujeran û rejîma faşîst a mêtinger bipirsin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv