Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li rex çekên kîmyewî, bombeyên biçûk ên Nuklerî: Li Werxelê bermahiyên artêşa Tirk û çekên li dijî gerîla bi kar anîne.

 

 

LI REX ÇEKÊN KÎMYEWÎ, BOMBEYÊN BIÇÛK ÊN NUKLEERÎ
LI WERXELÊ BERMAHIYÊN ARTÊŞA TIRK Û ÇEKÊN LI DIJÎ GERÎLA BI KAR ANÎNE

23’yê Nîsanê dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê li dijî Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke berfireh da destpêkirin.

Yek ji qadên ku şerekî giran lê qewimî, Werxela Avaşînê bû.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi pêşengiya Cûmalî Çorum û Çavrê Kamûran 120 rojan di tunelên şer ên Werxelê de berxwedaneke mezin û dîrokî li hemberî her cûre çek, teknîka pêşketî ya şer û çekên kîmyewî kirin.

Di encama vê berxwedanê de artêşa dewleta Tirk a dagirker şikest û xwe ji qada Werxelê û hin qadên din ên Avaşînê vekişand.

Û li pey xwe ev bermahiyên sûcên şer hiştin.

Dîmen ji qada Werxelê ne.

Gerîlayên çûn Werxelê ev bermahiyên sûcên şer tespît kirin, ku her çiqasî eskerên Tirk xwestibûn bi şewitandinê wan ji holê rakin.

Di dîmen de navê bombeya TERMOBARÎK xuya dike û xuya ye, li dijî gerîla bi awayekî pirr zêde hatiye bikaranîn.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan 27’ê Kanûnê gotibû wan 5 cûreyên kîmyasalê tespît kirine.
Hin ji van cûreyên kîmyasalê di nava vê bombeya Termobarîk de hatine bikaranîn.

Ev bombeya qala wê tê kirin bandora xwe çi ye?

Di danasîna wê de wiha tê gotin:

Hedefên vê bombeyê yên sereke stargeh, şikeft û tunel in.

An go deverên girtî ne.

Dema ku ev bombe li devereke girtî tê teqandin, hilmek oksîjen jî hebe tine dike.

Tevahî zindiyên di qada teqînê de veduguherin hilmekê.

Bi bandora germa wê çi hebe tine dibe û endamên li nava mirov îflas dikin, weke kezeb û pişikê.

Ji ber vê yekê weke bombeyeke biçûk a atomê tê pênasekirin.

Jixwe bandora teqînê ya vê bombeya li dijî gerîla hatiye bikaranîn jî xwe di vê vîdeoyê de dide der:

Wekî din di dîmenê gerîla yê Werxelê de tê dîtin, ku artêşa Tirk cûreyên cûda yên kîmyasalê weke ava kîmyewî ya cilan, cewhera xwê û hwd. bi kar anîne.

Artêşa Tirk a dagirker ne tenê li Werxelê, li Girê Sor, Zendûra û Siyanê jî ev çekên qedexekirî bi kar anîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv