DÎROKA ŞERÊ TUNELAN
BERNAMEYA KÛRBÎN BI ŞERÊ TUNELAN Ê GERÎLA DAKET
Taktîka şerê tunelan ku van du salên dawî ketiye rojeva têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd mijara bernameya Kûrbîn a televîzyona me Stêrkê bû.
Têkildarî destpêkirin û hewcedariya bi vê taktîkê û bandora wê ya li ser şer, Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan mêvanê bernameyê bû û bersiv da pirsan.
Mûrat Karayilan diyar dike, ku li hemberî teknîka şer a pêşketî ya NATO’yê pêşkêşî dewleta Tirk dike, wan hewcedarî bi taktîkên nû dîtiye û wiha got:
DÎROKA ŞERÊ TUNELAN
MÛRAT KARAYILAN: CARA PÊŞÎ RÊBER APO PÊŞNIYAR KIR
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan dike, ku cara pêşî Rêber Apo pêşniyara guhertina taktîkê kiriye.
DÎROKA ŞERÊ TUNELAN
MÛRAT KARAYILAN: 2008’AN LI ZAPÊ DI ŞIKESTINA ARTÊŞA TIRK DE BANDORA BINERDÊ ZÊDE BÛ
Mûrat Karayilan diyar dike, ku wan li ser vê yekê cara pêşî li Zapê amadekariya şerê binerdê kiriye û têkildarî bandora wan a li ser şerê Sibata 2008’an ê 9 rojan wiha diaxive.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê dide zanîn, ku wan paşê biryara pêşxistina vê taktîkê dane.
Mûrat Karayilan bi bîr dixe, ku Bihara 2017’an li Katoyan şerekî dijwar qewimî û van agahiyan dide:
DÎROKA ŞERÊ TUNELAN
ŞERÊ PÊŞÎ YÊ TUNELAN NÎSANA 2017’AN LI KATO DESTPÊKIR Û 53 ROJAN DEWAM KIR
Li Katoyê gerîla Çavûş Abbaszade bi nasnav Şoreş Karer di vî şerî de cih girt.
Û şerê pêşî yê dijwar ê tunelên şer li Katoyê destpê kir.
Li dijî gerîlayan dîsa çekên kîmyewî hatin bikaranîn.
Gerîlayan li Katoyê 53 rojan di wan tunelan de şer kirin.