2. KONFERANSA JINAN A ROJHILATA NAVÎN Û BAKURÊ AFRÎKAYÊ
LI PAYTEXTA LUBNANÊ BEYRÛDÊ BI BEŞDARIYA GELEK JINAN DEST PÊ KIR
“Bi yekitiya Jinan em ê şoreşa demokrasiyê ava bikin”
Bi vê diruşmê 2. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dest pê kir.
Konferans li otela Padûva ya paytexta Lubnanê Beyrûdê pêk tê.
100 delege tevlî kongreyê bûn û gelek jin jî wê bi rêya zoomê beşdar bibin.
Jinên Sûriye, Lubnan, Îran, Iraq, Filistîn, Tunis, Sûdan, Lîbya, Mexrib, Urdin, Misir û gelek dewletên din ên ereb jî beşdar bûn.
Her wiha ji çar beşên Kudistanê ê Ewrupayê rêxistinên Jinan tevlî kongreyê bûn.
Axavtina vekirina konferansê endama komîteya amedekar Henan Osman kir.
Henan Osman balkişand ser girîngiya konferansê û got.
Di navbera konferansa yekem û duyem de gelek şoreş û têkoşînên jinan çêbûn, tevî hemû astengiyan jî wê ev têkoşîn her bidome.
Di peyamê îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk hat xistin û gotin ev dagirker li Herêma Başûrê Kurdistan û Îraq, Bakûr û Rojhilata Sûriye, Libya û gelek deverên din bi metirseyêk mezin êrişî jinan dikin.
Berdawamiya konferansê de peyama jinên Şengalê jî Rihan Hesen xwend.
Di pêyamê balkişandin ser êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî Şengalê û hat gotin ku ew ê li ser vî esasî bi hêzeke mezin têkoşîna xwe bidomînin.
Di konferansê de derbarê çalakiyên jinên tekoşer de sinevizyonek hat nîşandan.
Wê konferans du rojan dewam bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye:
Konferansa 1. a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê sala 2013’an li Amedê pêk hatibû.