Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Dewleta Tirk ji êrişa xwe dîsa ti encam bi dest nexist

 

BOMBERDIMANA DOH A LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ
HPG: DEWLETA TIRK JI ÊRIŞA XWE DÎSA TI ENCAM BI DEST NEXIST

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi dijwarî didomîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên doh ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.

29’ê Tîrmehê di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de gerîlayan li dijî dagirkerên li Girê Silêman ê li herêma Avaşînê çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de hedefên hatibûn diyarkirin bi awayekî serketî hate xistin.

Dewleta Tirk a nikare li pêşberî berxwedana gerîla ya dîrokî nencam bigre û derbên giran dixwe bi bombardûmana giran a hewayî hewl dide vê têkçûna xwe veşêre û xwe serketî nîşan bide.

Lê belê di encama tedbîrên hêzên me de ev êriş jî mîna her carê bêencam dimînin.

BOMBERDIMANA DOH A LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ
HPG: DI ÊRIŞÊ DE ZIRAR LI BAX Û BOSTANÊN GUNDIYÊN HERÊMÊ BÛ

Nûçe û agahiyên dewleta Tirk bi rêya medyaya xwe ya şerê taybet ji bo propagandayê diweşîne rast nîne.

Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Lê di êrişan de xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bi rengekî cidî mexdûr bû, xisar li bax, baxçe û qadên sivîlan bû.

Li gorî daxuayniya HPG’ê qadên hatine bombebarankirin ev in:

Li herêma Avaşînê tunelên şer ên li qada Girê Sor..

Li herêma Zapê qada Sacayê..

Li herêma Garê qada Deşta Kafya..

Li herêma Bergarê ya navçeya Amediyê gundên Bilmendê yên nehiya Dînartê ya navçeya Akrê û Guzê..

Li herêma Qendîlê Girê Zergelê, Dola Zergelê, Girê Savaş, Dola Şehîdan, Girê Hîwa, Geliyê Balayan, Girê Balayan, Dola Bedranan, Bêpalan, gundên Sûredê, Gilgamêş, Dêreşê û Berdeqaşo bi balafirên şer hatin bombekirin.

Ji ber bombebaranê şewata ku li herêmê ket, hê jî dewam dike..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv