Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li parlamena Ewrûpayê civîna li ser Tirkiyê

 

TRÎBUNALA DEWLETA TIRK
LI PARLEMENA EWRÛPAYÊ CIVÎNA LI SER TIRKIYEYÊ

Bi pêşengiya fîrmana hiqûqê Van Steenbrugee Advocaten ya navenda xwe Belçîka ye Tribunala Tirkiyê ango mehkemeya Tirkiyê li Cenevê dewam dike.

Mehkeme navbeyna 20-24’ê îlonê li hev kom bû.

Li kesên ku dewleta tirk zilm li wan kiriye guhdarî kir.

Di mehkema ku ji aliyê dadgerên berê yên Dadgeha Mafê Mirovana a Ewrûpayê, parêzvanên mafê mirovan û hiqûqnasên naskirî hat birêvebirin, biyara xwe eşkere kir.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku binpêkirina mafan ên li Tirkiyê dikeve kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê.

Trîbunala Tirkiyê niha jî di ser Yekîtiya Ewrûpî, Parlemena Ewûpî û Dadgeha Laheyê re xebatên xwe didomîne.

Di çarçova van xebatan de li Parlemena Ewrûpayê civînek pêk hat.

Seroka Komîteya Mafê Mirovan a Parlemena Ewrûpayê Marie Arena ku moderatoriya civînê kir, polîtîkayên şefê rejîma faşîst a tirk Erdogan û girtinên li Tirkiyê rexne kirin.

Endamê Komela Mafê Mirovana a Ewrûpayê Philipe Dam jî diyar kir ku li Tirkiyê muxalifên siyasî bi taybetî dibin hedef û mînaka Selahattîn Demîrtaş û Osman kavala bi bîr xistin.

Dam îşaret bi zextên li ser hevseroka ÎHD’ê Eren keskîn, Komela Jinan a Rosa û HDP’ê jî kir û got:

Li Tirkiyê di heqê îşkenceyê de gelek îdia hene û di 6 salên dawî de ev zêde bûne.

Alîkara Hevserokên ÎHD’ê parêzer Rahşan Bataray jî ku bi rêya dîmen tevli rûniştinê bû, li Tirkiyeyê tablo her diçe xerabtir dibe.

Serokê tribunala Tirkiyê Prof. Dr. Johan Vande Lanotte jî destnîşan kir ku ji salên 1980’yî ve ye çandeke weke bê-ceza-hiştinê di meriyetê de ye û got:

Li Tirkiyê îşkenceya sîstematîk heye.

Endamê Parlamena ewrûpî Sergey Lagodinsky tabloya li Tirkiyê bi gotina trajîk pênase kir.

Raportorê Tirkiyê yê Parlemena Ewrûpayê Nacho Sanchez Amor jî got; em ê di heqê Tirkiyê de raporeke rexneyî û dirust amade bikin. Em ê pêşniyarên berbiçav li Tirkiyê bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv