Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘Sala 43’yan careke din nîşan da ku PKK têk naçe’

 

SALA 43’YAN CAREKE DIN NÎŞAN DA KU PKK TÊK NAÇE
DÛRAN KALKAN / PKK ONLINE

Beriya her tiştî bi PKK’ê re koletî bi dawî bû, azadî bi ser ket. Derew û şaşitî ji holê rabû, rastî û rasteqînî serwer bû. Kesayet û civaka Kurd her cûre paşverûtî hilweşand û gihîşt asta jiyaneke azad û xwedî îrade.
(…)

Bi coşeke mezin em di cejneke nû ya partiyê de ne. Gelekî girîng e ku li ser rastiya Rêbertî û Partiyê bi xurtî kûr bibin, hewl bidin ku vê rastiyê bi rengekî hevgirtî û rast fêhm bikin, bi awayekî rast nêzî salên bê yên partiyê û têkoşînê bibin û wan salan bi rengekî rast bijîn. Beriya her tiştî şert e ku em rastiya PKK’ê ku partiyeke Rêbertî û Şehîdan e bi xurtî fêhm bikin.
(…)

Bi têgihiştina ku em ê her wezîfeyê li ser vê bingehê bi ser bixînin û pêngava ‘dem dema azadiyê’ ye tenê bi vê yekê bigihînin serketinê, em ê li ser xeta Rêbertî û şehîdan ji bo partîbûneke rast û têrker, hêza xwe ya rêbaz û îradeyê xurtir bikin.
(…)

Her saleke PKK’ê bû saleke mezin a têkoşînê. Hêzên mêtinger-qirker ên pirsgirêka Kurd afirandin, her tim bi rengekî hovane êriş birin ser partiya me ya ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dimeşîne, Rêbertî, kadro, gerîla, rêxistinên jin û ciwanan û welatparêzên wê.
(…)

Bi kurtasî sala derbasbûyî sîstema modernîteya kapîtalîst a global ku pirsgirêka Kurd afirand, statukoperestiya netewe-dewlet a faşîst a Rojhilata Navîn, nokerî û xiyaneta Kurd bi rengekî hevpar û plankirî êrişî me kirin.
(…)

Naxwe ew jî pê dizanin dema ku PKK nebe, qels bibe ew ê jî nebin. Dizanin ku êriş ne tenê li ser PKK’ê, di serî de li ser Kerkûkê li ser wan e jî. Dixwazein PDK’ê bêhtir bikin noker… Li gel vê jî PDK wek seriyekî vê êrişkariya faşîst-qirker, dûvelingê wê û çengê wê yê pêşî tevdigere.

Em tevger û gel di sala 43’yan a PKK’ê de tûşî êrişkariyeke wiha giştî, bi plan bûn û li dijî vê me jî berxwedaneke giştî ya şerê şoreşgerî da.
(…)

Bi rastî jî berxwedana gerîla ji bo ku êrişa giştî ya bi plan a îmha û tasfiyekirinê pûç bike pêşengiya berxwedanê kir. Di şertên herî giran de li ber xwe dan.
(…)

Her wiha bi pêşengiya partî û gerîlayan tevgerên me yên ciwan û jinan li ber xwe dan. Jinên ku êrişkariya faşîst-qirker a giştî herî pir berê xwe dayî wan, tacîz, tecawiz û komkujî li ser wan giran kirî, hemû şertên giran pûç kirin û li dijî êrişkariyeke wiha berxwedaneke bi pêşengî kirin. Jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dan.

Tevgera me ya ciwanan li çar parçe Kurdsitanê û li derveyî welêt bû girseyî, rih û dînamîzma ciwanî tim zindî hişt û li dijî êrişkariya qirker-faşîst berxwedaneke girîng da. Bi tevahî me gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat şerê şoreşgerî yê gel da ber xwe ku her cure zext û talokeyê bişkîne.
(…)

Tevgera me ya azadiyê bi rengekî ku pêngava ‘dema azadiyê’ li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê li dijî hişmendî û siyaseta faşîst-qirker herî karîger têkoşînê geş bike dikeve sala 44’an a parti û têkoşînê.

Bi rengekî pir aşkere xuya dike ku sala 44’an li dijî êrişkariya faşîst-qirker wê bibe saleke berxwedanê ya xurt, bi plan û hem jî bibe saleke wiha ku berxwedana ‘dema azadiyê’ faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv