TECRÎDKIRINA RÊBER APO Û ZILMA LI ZINDANAN
LI PARÎS Û MARSÎLYAYÊ BI PÊŞENGIYA CIWANAN ÇALAKÎ PÊK HATIN
Li dijî tecrîdkirina rêber APO li banliyoya Evry ya paytexta Fransa Parîsê meşek hat lidarxistin.
Çalakiya ciwanan di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de pêk hat.
Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyan, faşîzma dewleta Tirk şermezar kir.
Û peyam dan ku heta azadiya rêber APO û Kurdistana azad ew ê li qadan bin..
Bi heman armancê çalakiyek jî li Marsîlyayê hebû.
Ciwan li gara trenê ya navendî kombûn û bi belavkirina belavokan balkişandin faşîzma li dijî girtiyên azadiyê.
Ciwanan diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê û bibin girtiyên nexweş ew ê her tim li kolanan bin.
DEWLETA ÎRANÊ GIRTIYÊ SIYASÎ HEYDER QURBANÎ DARVE KIR
LI STOCKHOLMÊ DARVEKIRINA HEYDER QURBANÎ HAT ŞERMEZARKIRIN
Rejîma Îranê jî 19’ê Kanûnê çalakvanê siyasî Heyder Qurbanî darvekiribû.
Kurdên li paytexta Swêdê li Stockholmê bi çalakiyekê polîtîkayên rejîma Îranê protesto kirin.
Çalakgeran dan zanîn ku bêdengiya Ewûpapa û raya giştî cesaret dide dewleta Îranê..
Û bang Îranê kirin ku dest ji van polîtîkayên xwe yên hovane berde.