Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamoste li qadan bûn

 

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ MAMOSTE LI QADAN BÛN
‘DIVÊ MÛÇE BÊN BAŞKIRIN Û MAMOSTEYÊN GIRTÎ BÊN BERDAN’

Li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamoste li dijî binpêkirina mafan daketin qadan.

Ji 11 heta 13’ê kanûnê de 3 rojan li dû hev mamosteyan li pêşiya Rêveberiyên Perwerdehiya yên 200 bajar, navçe û bajarokan wepêşandan li darxistin.

Piştî xwepêşandanan, Parlementoya Îranê, çarşema borî qanûna dabeşkirina mûçeyan qebûl kir.

Lê Cîgirê Serokê Rêxistina Karûbar a Îranê li xwe mukur hat ku ji ber qeyrana aboriyê ew nikarin qanûna dabeşkirinê têxin meriyetê.

Li ser vê, Koordînasyona Yekîtiya Mamosteyan roja 20’ê Kanûnê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li hemû mamosteyan hate kir ku roja 23’yê Kanûnê li pêşiya avahiya plan û bûdceyê a li Tehranê û li ber dezgehên perwerdeyê li bajarên din, dest bi xwepêşandanan bikin.

Li dijî vê bangê, Serdozgeriya Şîrazê gef li mamosteyan xwar û got ku nabe tu mamoste beşdarî çalakiyan bibin.

Tevî gefên Serdozgeriyê, mamosteyan li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevlî çalakiyan bûn.

Di çalakiyan de mamosteyan daxwaza başkirina mûçeyên xwe û berdana mamostayên girtî kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv