LI METÎNA ÇALAKIYA GERÎLAYÊN YJA-STAR’Ê
HPG: 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN Û ÇEPEREK HAT RÛXANDIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê:
2’ê Adarê gerîlayên YJA-Starê bi pêngava ‘Şoreşger a Cenga Xabûrê’ li Metîna çalakiyek kirin.
Gerîlayan bi çekên giran li dagirkerên li girê Ortê yê girêdayî xeta Qaşûrê kirin hedef.
Di encamê de çeperek hate îmhakirin, 3 dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.
ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
BALAFIRÊN ŞERÊ ÊN ARTÊŞA TIRK GELEK HERÊM BOMBARDÛMAN KIRIN
Di daxuyaniyê de HPG’ê li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî ev agahî parvekirin.
23’ê Sibatê Qada Girê Hakkarî ya girêdayî herêma Metînayê 3 caran..
24’ê Sibatê de qadên Kunîşka, Kela Bedewê, Karker û Sîda yên herêma Zapê 9 caran bi balefirên şer hatin bombebarankirin.
25’ê Sibatê Golkaya herêma Metînayê û qadên Çemço yên girêdayî herêma Zapê bi balefirên şer 4 caran..
26’ê Sibatê girê şehîd Şerîf ê Xakurkê, Serê Metîna û qadên Şikefta Birîndaran a Zapê bi balefirên şer hatin bombebarankirin.
27’ê Sibatê Girê Ortê yê girêdayî Metînayê 2 caran û qada Saca ya girêdayî herêma Zapê carekê bi balefiran hatin bombebarankirin..
28’ê Sibatê Deriyê Hirçê yê herêma Garê du caran û Girê Ortê yê Metînayê 3 caran hatin bombebarankirin.
1 û 2’ê Adarê qadên Çemço û Kunîşka yê herêma Zapê 4 caran û qada Werxelê ya girêdayî Avaşînê bi balefirên şer û çekên giran 3 caran hatine bomberdûmankirin