“DEMA AZADIYA JINÊ YE”
LI XELFETIYÊ TEVÎ ASTENGIYA POLÎSAN ŞAHÎ HAT LIDARXISTIN
Li Bakurê Kurdistanê, ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ve kolan û qad bi deng û rengên jinan dixemilin.
Li navçeya Rihayê Xelfetiyê, Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a HDP’ê şahiyek lidarxistin.
Jinên Kurd tevî astengiya polîsan jî şahiya xwe li ber avahiya HDPê pêk anî.
Hem cil û bergên gelêrî yên jinan û hem jî beşdariya mêran a li vê çalakiya 8’ê Adarê bal kişand.
Piştî gerandina govendê li avahiya HDPê civînek hat lidarxistin.
Parlementera HDP’ê ya bajêr Ayşe Surucu li vê derê axivî:
“DEMA AZADIYA JINÊ YE”
LI HEZEXÊ JI BO GIRTIYÊN JIN ÇALAKÎ, LI CIZÎRÊ SERDANA GORÊN ŞEHÎDAN HEBÛN
Li navçeya Şirnexê Hezexê jî ji bo girtiyên jin çalakiyek pêk hat.
Jinan li ber avahiya HDP’ê wêneyên siyasetvanên jin ên girtî hildan.
Li vê derê yek bi yek kunyeya girtiyan hat xwendin.
Paşê parlementera HDP’ê ya bajêr Nûran Îmîr axivî û got, me xwest em bibin dengê jinên dîlgirtî yên li zîndanan.
Li navçeya Şirnexê Cizîrê jî dayîkan serdana gorên şehîdên têkoşîna azadiyê kirin.
Jinan li ber gora Bêrîvan-Binevş Agal daxuyanî dan.
“DEMA AZADIYA JINÊ YE”
LI WANÊ BANGA BEŞDARIYA LI MITÎNGA 8’Ê ADARÊ YA LI PARKA MÛSA ANTER TÊ KIRIN
Li Wanê jî bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê hevdîtin, civîn û şahiyên jinan ên ji bo 8’ê Adarê didomin.
Herî dawî jî li rêxistina HDPa Tûşbayê çalakiyek pêk hat.
Li vê derê banga beşdariya mitînga 8’ê Adarê ya li Parka Mûsa Anter a li navenda Wanê hat kirin.
“DEMA AZADIYA JINÊ YE”
LI CIHÊ GULISTAN DOKU LÊ HATÎ WINDAKIRIN ÇALAKÎ PÊK HAT
Li Dersimê jî Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê li cihê ku Gulistan Doku lê hatî windakirin, daxuyaniyek da.
Di çalakiyê de xwendekara Zanîngeha Munzûrê Melîke Altintaş axivî û got, desthilatdariya AKP’ê li her derê dijminahiya gelê Kurd dike.
Ji ber ku li cihê berpirsên windakirina Gulistan Doku, kesên li aqûbeta wê dipirsin tên binçavkirin û girtin.
Li Izmîrê jî Komeleya Malbatên Girtiyan a Egeyê û Komeleya Malbatên Şehîdan a Anatolya ji bo 8’ê Adarê bi jinan re civiyan.