Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê dengdanê dest pê kir

Ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamenta Iraqê, li seranserê Iraqê û Başûrê Kurdistanê hilbijêr li ser sindoqan e.

Dengdana ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê, li gorî dema herêmê saet di 07:00 de dest pê kir û wê heta saet 18:00 dewam bike.

Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê 23 milyon û 986 hezar û 841 kes hilbijêrin û ji wan milyonek û 196 hezar dengdêrên taybet in ku 8’ê Comtehê de çûn ser sindoqan.

Di dema dengdanê de 343 hezar karmend li ser kar in û karê hilbijartinê didin meşandin.

Dengdan li 8 hezar û 283 navendan tê kirin. Li gorî sîstema nû ya hilbijartinê ya Iraqê, Iraq li 83 herêman hatiye parvekirin. Ji bo 329 kursiyên parlamentê 3 hezar û 249 namzet ketine pêşbaziyê ku ji wan 951 jin in.

Nûnera Taybet a Sekretê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jenin Plasschaert eşkere kirîbû ku wê 900 kesên biyanî çavdêriya hilbijartina parlamentoya Iraqê bikin.

Ji sala 2005’an ve ango piştî hilweşîna rejîma Baas ve 4 hilbijartin pêk hatine. Di sala 2005, 2010, 2014 û 2018’an de pêk hatine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv