Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Keskîn û Turkdogan careke din bûn Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê

Di 20’emîn Civata Giştî ya Asayî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de rêveberiya nû hate diyarkirin. Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn careke din ji bo Hevserokatiya Giştî hatin hilbijartin.

ÎHD’ê bi dirûşma ‘Ji berê û vir ve têkoşîna me ya ji bo mafên mirovan, aştî û demokrasiyê’ civaka xwe ya 20’emîn a asayî kom kir.

Di civata giştî de ya li Enqereyê biryar hate dayin ku komxebateke nû ya rêziknameyê bê lidarxistin.

Desteya Rêveberiya Navendî raporên li ser kar, malî û kontrola navendî pêşkêş kir û rapor li Civata Giştî hate nirxandin. Her wiha mafên mirovan ên vê dema dawî zêde bûne hatin nirxandin.

Di dawiya civînê de bi lîsteyekê hilbijartin hate kirin û di encamê de Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn careke din ji bo Hevserokatiya Giştî hatin hilbijartin.

Kesên ku ji bo Desteya Rêveber a ÎHD’ê ve hatine hilbijartin wiha ne: Öztürk Türkdoğan, Eren Keskin, Gülseren Yoleri, Rehşan Bataray Saman, Hüseyin Küçükbalaban, Hüsnü Öndül, Hatice Necla Şengül, Osman İşçi, Abdullah Zeytun, M. Tahir Saçaklıdır, Metin Klavuz, Cihan Aydın, Mehmet Acettin, Nuray Çevirmen, Selahattin Okçuoğlu, Mehmet Aker, Bedri Kuran, İlhan Öngör, Cemal Babaoğlu, Hayrettin Pişkin, Servet Üstün Akbaba, Ercan Yılmaz, Güldane Kılıç, Hamdi Bayhan û Bülent Temel.

Endamên Desteya Rûmetê: Reyhan Yalçındağ Baydemir, Aygül Demirtaş, Cüneyt Durmaoğlu, Mithat Can û İlyas Kara.

Desteya Kontrolkirinê: Ali Ekber Kaypakkaya, İsmail Boyraz û Zeynep Ceren Boztoprak.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv