Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Hewlêrê ciwanekî xwe li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî şewitand

Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federal a Kurdistanê, ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo şert û mercên jiyanê şermezar bike, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî bedena xwe da ber agir.

Li gorî agahiyan, du ciwan ji bo sererastkirina şert û mercên nebaş ên jiyanê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek li dar xistin.

Ciwanan hişyarî dan ku eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê xwe bişewitînin.

Ciwan demekê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî sekinînin, lê belê kesî bersiva wan neda.

Yek ji ciwanan li pêşiya rojnamevanên ku çalakî dişopandin bedena xwe da ber agir.

Kesî dest li ciwan werneda û ciwanê ji Rojhilatê Kurdistanê bi alîkariya hevalê xwe rakirin nexweşxaneyê.

Têkildarî rewşa ciwanê navborî agahî bi dest neketin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv