Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fer. Bir. Nav. ya YJA-Star’ê Zozan Çewlig li ser berxwedana gerîla axivî

 

FER. BIR. NAV. YA YJA-STAR’Ê ZOZAN ÇEWLIG
LI SER BERXWEDANA GERÎLA JI ANF’Ê RE AXIVÎ

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên parastinê yên medyayê û berxwedana gerîla ji ANF’ê re axivî.

Zozan Çewlig pêşî di şexsê Hewram Avyer, Nûjîn, Koçer, Serhat Giravî, Delal, Viyan, Rûken û Sarya de tevahiya şehîdên şoreşê bi rasthatina 18’ê Gulanê roja şehîdan bi bîr anî.

Fermandara YJA-Starê da zanîn, wan dizanî ku wê dagirkeriya Tirk piştî têkçûyîna li Garê êrişên xwe derxe asteke bilindtir:

ZOZAN ÇEWLIG
“HÊZÊN ME BI PÊNGAVÊN ŞOREŞGERÎ RÊ NEDAN DIJMIN”

Me hêzên xwe yên YJA-Starê ji her alî ve li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade kirin.

Hêzên me ji bo derbê li dijmin bixin û encamê bi dest bixin, pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ragihandin.

Bi pêngavan gerîlayan rê neda ku dagirker bipêşkevin.

Artêşa dagirker a derb xwarî û ketî zorê, li Mamreşo li dijî gerîlayên me gazên kîmyewî bi kar anîn.

Dijmin bi berxwedana li Mamreşo dît, ku tirs jî mirin jî li Kurdistanê hatiye kuştin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig bal kişand ser dilsoziya gerîla bi çiyayên Kurdistanê re û wiha got:

ZOZAN ÇEWLIG
“KOKA ME LI VAN ÇIYAYAN E”

Ji Metîna heta quntarên çiyayên Cîlo, li Heftanîn, Zap, Avaşîn, Garê û Xakurkê tovên azadiyê hatin çandin.

Ev tov bişkivîn û rayên qurmên xwe bi awayê herî xurt berdan van xakan.

Li van çiyayan tovên azadiya jinê hatine çandin.

Koka me li vê derê ye.

Em ê ti carî nehêl in, ku me ji qurm hil bikin.

Zozan Çewlig dest nîşan kir, ku wê dijmin li ser bingeha tasfiyekirina Rêbertî û Tevgera me êrişên xwe zêde bike.

ZOZAN ÇEWLIG
“DIVÊ GELÊ ME HER DERÊ VEGUHERÎNE QADA ŞER”

Ji ber vê yekê divê tevahiya gelê me dengê xwe bilind bike û her derê veguherîne qada şer.

Roj, roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye.

Divê em bi hev re, Kurdistanê ji faşîzmê re bixin goristan.

Fermandar û şervanên YJA-Starê wê bi dilsoziya azadiyê şer bikin û ti carî rê nedin dagirkeriyê.

Ti êriş wê nikaribe me rawestîne û teqez wê azadî biserkeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv