Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li herêmên xweser gel bi çalakiyan êrişa dewleta Tirk li dijî Rojava protesto kirin

 

LI DIJÎ ROJAVA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
LI HERÊMÊN XWESER GEL BI ÇALAKIYAN ÊRIŞ PROTESTO KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker êvara 25’ê Kanûnê bi balefirên bê mirov û çek barkirî êrîşî kobanê kir.

Di vê êrîşê de 3 kes şehîd bûn, 6 kes birîndar bûn.

Piştî vê êrîşê, bi hezaran şêniyên herêmên xweser daketin qadan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Bi sedan ciwanên navçeya Şêrawa Efrînê bi meşeke meşeleyî êrişa li ser Kobanê şeremzar kir

Meş ji deriyê ketina kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê dest pê kir û li navenda gund veguhirî mitingê.

Di mitingê de ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Reşîd Efrîn axivî û bang li ciwana kir ku li hemberî êrişan bisekinin û hevgirtî bin.

Ciwanên herêma Hesekê li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker meşiyan.

Giresya Ciwanan li çerxerêya Kevok kombon û ber bi çerxerêya Şehîd Serhed ve meşiyan.

Di axaftinan de li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê hate kirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê jî li qadan bûn.

Girse li qada Azadî kombûn û ber bi kolana sereke ya navçeyê ve meşiyan.

Di axaftinan de hat gotin ku, ev êriş berdewamiya siyaseta Tirkiyê ya bi armanca tunekirina gelan e.

Bi heman armancê şêniyên navçeya Dirbêsiyê meşiyan.

Meş li vir li ber navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest pê kir û li Qada Şehîdan ve guhirî mitingê.

Di mitingê de li ser navê pêkhateyên navçeyê Fatima Keleş axivî û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Şêniyên bajarê Qamişlo li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek lidarxistin.

Di axaftinan de hat gotin ku, dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze ewlehî herêmê têk bibin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û dewletên garantor hat kirin ku bi erk û perpirsyariyên xwe rabin.

Li navçeya Amûdê, Til Birak, Girkê Legê, Tirbespiyê, Reqa, Tebqa, Dirbêsiyê, Til Temir, jî daxuyaniyên cuda hat dayin.

Di daxuyaniyan de hat gotin ku dewleta tirk bi van êrîşên hewildi de çeteyên DAIŞ’ê li herêmê ji nove bixên nava tevgerê.

Her wiha di daxuyaniyan soza parastina destkeftiyên herêmên xweser hat nû kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv