HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
JI BO ROBOSKÊ DIVÊ TÊKOŞÎN BÊNAVBER DEWAM BIKE
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat got:
Tevî ku berpirsyarên vê komkujiyê tên zanîn jî ev 10 sal in nayên cezakirin.
Ev yek nîşaneya berçav a nêzîkatiya li gelê Kurd e.
Têkildarî sûcên li dijî Kurdan tê kirin polîtîkaya bêcezahiştinê tê meşandin.
Têkiliya vê zîhniyet û siyasetê bi polîtîkaya qirkirina Kurdan re heye.
Dixwazin ku bi vî rengî Kurdan bitirsînin û ji têkoşîna azadiyê durbixin.
HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
FERMANA VÊ KOMKUJIYÊ JI ALIYÊ ERDOGAN VE HATIYE DAYÎN
Di daxuyaniyê de hate gotin ku fermana vê komkujiyê ji aliyê Erdogan hatiye dayîn.
Fermana vê komkujiyê aliyê Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ve hatiye dayin.
Tevî ku ev tê zanîn jî, Erdogan bi destên xwe yên bixwîn, serbestî digere.
Hewl tê dayin ku qetilkirina 34 ciwanan weke ziyaneke şer bê nîşandan û jibîrkirin.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser xurtkirina berxwedana bi rûmet a xelkê Robaskê û wiha got:
Komkujiya Roboskî, mîna komkujiyên Dersim û Zîlan e.
Erka xwe çi dibe bila bibe berpirsyarên vê komkujiyê wê teqez bêne cezakirin.
Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê divê li gel berxwedana bi rûmet a xelkê Roboskî bin.
Têkoşîna wan xurt bikin û kujeran derxînin pêşberî dadgehên gel.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanin ku heta sûcdar bêne darizandin divê ev têkoşîn bi xurtî û bênavber dewam bike.